Lîstik, ji aliyê nivîskar Sîdar Jîr ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Rêzan Kaya dike. Zarokan û dêûbavan elaqeyeke mezin nîşanî kîstikê da. Gelek endamên Saziyên Sivîl ên Civakî gelek malbat û bi dehan zarokan jî beşdarî pêşandana lîstikê bûn. Lîstikvanî, cil û bergên lîstikvanan di serî de gelekî bala zarokan kişand û zarokan bi çepik û tililiyên xwe kêfxweşiya xwe nîşan da. Xebatên dawiya salê yên Konservatuwara Aram Tîgran heta duşemê 16´ê hezîranê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin a Amedê bi pêşandana fîlm, şano, folklor û pêşandana wêneyan dewam kir.
AMED