
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozcan Kiliç li dijî girtina parêzeran bertekên xwe anî ziman û wiha behsa serdagirtina buroyê kir: “Di ser de girtina buroyê de bi taybet li ser çend navan sekinîn. Li ser navê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Kapmaz, Ozgur Erol û Omer Guneş rawestiyan. Wekî ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê buroya rêxistineke îlegal e û karê veşartî dike tevgeriyan. Lê her tişt pir aşkera ye. Tu ewraqekî îlegal û tiştekî din nehat dîtin. Kompîtiran nihêrin lê rastî tu tiştekî îlegal nehatin. Dosyayên dozê yên tên zanîn girtin. Dosyayên Ocalan ku serî DMME’yê dabûn wergirtin û gotin piştî lêkolînê emê careke din bidin.. Pirtûkên Ocalan, parêznameyên hatine çapkirin hildan, dest dan ser kopiyên kompîtiran. Di nav civakê de hewayeke ku li vir tiştên pir veşartî tên kirin afirandin. Ev dereweke mezin e.”
Armanc tunekirin e
Parêzer Kiliç da zanîn ku di bin navê ‘Operasyonên KCK’ê’ de dixwazin çapemenî, parêzer, rewşenbîr, BDP û hemû Kurdan tune bikin û wiha pê de çû: “Heta niha hevdîtinên ku bi qasî 10 salane tên kirin de hevdîtin ji aliyê dewletê ve tên qeydkirin û li dijî parêzeran sedî zêdetir doz hatin vekirin. Parêzerên Ocalan Ji bilî 2 dosyayan ku dihat îdîakirin parêzer talîmatên Ocalan radigîhîn hemû dosyayan de beraetbûn. Parêzer bi van îdîayan ve 10 salin di bin zextan de dijîn. Ji ber vê yekê di çapemeniyê de hat gotin ku parêzer talîmatan radigihînin ev hemû derew in. Ger wisa bûya ev hevalên me bi salane tên darizandin dê bihatine girtin, rastî cezayan bihata. Li gorî min mebesta vê Operasyonê tiştekî din e.”
Kiliç der barê mebesta operasyonê ev tişt anî ziman: “Li holê ku AKP’ê li dijî Kurdan şerekî topyekun daye destpê kirin. Tenê parêzer na, ji BDP’ê bigirin heta saziyên jinan, saziyên civakî, rojnameger, akademîsyen, nivîskar gelek kes hatin girtin. Ev operasoyneke siyasî ye. Du hefte berê di rojnameya Haberturkê de der barê Buroya Hiqûqê ya Asrinê şemayek hat weşandin û komîteya çapemeniyê ya buroyê hedef hat nîşandan. Ji xwe piştî weşandina wê şemayê em li bendê bûn ku li dijî buroyê operasyoneke bi vî rengî pêk bê.”
Parêzer Ozcan Kiliç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê navberê de parêzer bi Ocalan hevdîtin pêk dianîn. Ji ber hevdîtinan doz hatin vekirin, lê parêzer her tim bereat bûn. Dozger, dadger û polîs tu carî negotin hûn sûc dikin. Ji ber ku li holê sûcek nîn bû. Raya giştî li benda agirbestê bû û dewlet tu carî li hemberî hevdîtinan nebû asteng. Dem bi demê hevdîtin hatin qeydkirin û hemû qeyd yek bi yek dihatin deşîfrekirin û dixistin nav dosyayên parêzeran. Lê ji ber vê sedemê kesek ceza negirt. Lê mixabin îro ne tenê parêzer, têkiliyên Ocalan jî ji cîhanê re tê qûtkirin, dixwazin Ocalan bi tenê bihelin. Dewlet jî daxwaz dike ku Ocalana ku bi tenê hatî hiştinre hevdîtin pêk bîne.”
Kiliç, daxuyand ku dewlet dixwaze bi aktorên xwe re pirsgirêkê çareser bike û ev tişt tê wateya operasyona bêdeng hiştina Kurdan. Kiliç û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji holê rakirina serokatî û nasnameya siyasî ya Ocalan, dê kesên wekî Kemal Burkay biafirînin. Demên dawiyê Fethullah Gulen der barê mijara Kurde peyaman dide. Operasyonên ku bi navê KCK’ê tê birêveberin ji hêla hikûmet, dozger, polîs û MÎT’ê ve tê meşadin. Navenda MÎT’ê ya Enqerê, Navenda Daîreya Îstîxbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ve ev operasyon tê meşandin. Ev operasyona li Stenbolê pêk hatî ne karê polîsên Stenbolê ye. Ev projeyeke taybet a hikûmetê ye. Ev proje tê weteya ji holê rakirina rêxistinbûna Kurdan. Operasyon li kû pêk tê bila bê li hemberî rêxistinbûna Kurdan pêk tê. Operasyona li hemberî Buroya Hiqûqa Asrinê bi vê armancê hate kirin. Em li bendê ne ku dê sibê li kû operasyon pêk bê. Heke parêzer sûc dikin, hûn çim dişînin hevdîtinê?”
Zextên li ser parêzeran
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Ozcan Kiliç der barê pêkutiya li ser parêzeran û tecrîda giran a li ser Ocalan ku ev bû 4 meh in bi awayekî kêfî didome wiha nirxand: “Di van demên dawî de ji ger demê zêdetir derketibû holê ku Ocalan aktorê sereke yê çareseriyê ye. Lê raya giştî bi tevahî jî dît ku her çiqas hevîdîtina bi Ocalan re kêfî dihat astengkirin jî parêzer lê xwedî derketin. Ez behsa 1 an jî 5 parêzeran nakim bi sedan parêzer li Ocalan xwedî derketin. Ev jî rayedaran acis kir. Ji ber ku dewlet dixwaze ku kesên ew destnîşan dike hevdîtinan pêk bînin. Heke ku sibe du sibe mutabaqateke pêk were û lihevhatineke hebe dixwazin ku ev bi şexsên ku ew destnîşan dikin re pêk were. Hevalên me ji ber van sedeman girtin. Mesela serokwezîr û wezîrê dadê berî meh û nîvekê sînyala vê operasyonê dan. Heta wiha gotin: “ Em ê der barê parêzerên Ocalan de sererastkirinên nû çêbikin.” Li ser vê gotinê dozger jî dosyayên xwe yên ji sala 2010’an û vir ve ji refan danîn xwarê. Ev bûyer di nava meh û nîvekê de hat organîzekirin. Li vir tiştê ku tê xwestin ew e ku Ocalan bila bê parêzer bimîne, bila bi malbata xwe re jî mehê carekê yan jî salê carekê 10-15 deqe hevdîtinê pêk bîne, di esasê xwe de tiştê hat kirin ev bû. Ev operasyon jî bes bû pêçavê vê niyetê.
Kiliç der heqê dozên Ocalan ên ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tên dîtin jî wiha axivî: “DMME û dewleta tirk der barê dosyayên ku di rojên pêş de biçin DMME’yê civîneke li dar xistin. Ev civîn di raya giştî de zêde cih negirt. Di wê civînê de DMME’yê ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo dozên mijarên wan diyarkirî êdî dosya neçin dadgehê, xwest ku hin sererastkirinan bike. Dewleta tirk di nav Dadgeja Makeqanûnê de hin beşên nû vekir. Dê di sala 2012’an de din ava 6 mehan de beşên nû bên vekirin ku niha doosyayên li ser îşkenceyê, binçavkirin û girtinên kêfî, serîlêdanên ji girtîgehan dê neçin DMME’yê ew ê wan dosyayn li Tirkiyeyê bên dîtin.“
Çareseriya dewletê!
Kiliç li ser ‘hepsa malê’ ya ku ji bo Ocaan dihat fikirîn jî wiha axivî: “Pêşniyara ‘hepsa malê’ di esasê xwe de ji bo ka binêre raya giştî çi difikire û manevrayeke hilbijartinan bû. Ji ber ku dîkat bikin wan deman Kurd li ser piyan bûn û bi awayekî girseyî di serhildanê de bûn. Li gorî nêrîna bin piştî vê pêngava Fethullah Gulen ew ê çareseriya ku ew dixwazin li ser gel ferz bikin.”
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ozcan Kiliç der heqê helwesta raya giştî ya ji b ovan operasyonan de got ku raya giştî jî baş li pêvajoyê serwext nîn e. Ji sedî 95’ê çapemeniyê alîgir û serdest e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi we Ragip Zarakolu û Buşra Ersanli çima hatin girtin? Qunciknûsên ku xwedî nêrîneke demokratîk jî bi carekê bêdeng bûn. Ev bêdengî di esasê xwe de dihat wateya ‘eman em jî neyên girtin.” Raya giştî ya ku em behs dikin jî ji xwe ev kes in. Piştî ku ew jî bên girtin dê dor bê kê? Din av Kurdan de kesên ku raya giştî pêk dianîn hema bêje bitevahî hatin girtin.”