
Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û endamê Konseya Bilind a Kurd Salîh Muslîm, diyar kir ku li perçeyekî Kurdistanê gelê Kurd azad bibe û xwe bi xwe bi rêve bibe ji bo hemû perçeyên din ên Kurdistanê serkeftiyek e. Muslîm, da zanîn ku pêdiviya wan bêtir ji piştgiriya kesên piştgiriyê dide wan heye û xwest kesên piştgirî didan piştgiriyê zêdetir bikin. Muslim, anî ziman ku ew bi rêxistin, sazî û partiyên çepgir û demokrat ên ji dil û can di ber xwe didin re yek in û piştgiriyê didin wan. Muslim, daxuyand ku bi hevre di Heyeta Koordînasyona Neteweyî de dixebitin.
Muslîm, li ser berxwedana gelê Kurd ku zêdeyî salekê ye didome û li ser rêveberiya Xweseriya Demokratîk a piştî Kurdan herêm xist destê xwe rawestiya û wiha got: "Me li gel partiyên Ereb û derdorên demokratîk Heyeta Koordinasyona Neteweyî ava kir. Polîtîkayên me di rêbazê de cuda ne. Kesên niha wekî muxalif tên xuyakirin, li Şamê şerê serdestiyê dimeşînin. Lê em Kurd şerê hebûnê dimeşînin. Em dixwazin mafên me li ser makeqanûnê bên qebûl kirin û em jî wekî hemû netneweyên cîhanê xwedî maf, heq û hiqûq bin. Têkoşîna me mijara mafên demokratîk e. Me ji bo nasname, çand û dîroka xwe dest bi serhildanê kir."
'Armanca sereke rêxistinkirina gel e'
Serokê Giştî yê PYD'ê Salîh Muslîm, destnîşan kir ku salek û 6 meh di ser vê pêvajoyê re derbas bû û wiha axivî: "Ji destpêkê de stratejiyek me heye. em wekî TEV-DEM, PYD û Partiyên Kurdan xwedî stratejiyek in. Berî her tiştî armanca me em hişmendiya gel a rêxistinbûnê pêş bixin. Gelê bi rêxistin û zane dikare her tiştî bike. Be bi vê rêbazê dest bi serhildanên gel kir. Gelê Sûriyeyê perçeyekî şoreşê ye û me bi vê rêbaze meşa xwe berdewam kir. Bi koordinasyonan bi hêzen din re têkiliyên me çêbûn. Me her kes îkna kir ku şoreş bi rêbazên aştiyane û yekîtiyê pêş bikeve. Me parast ku ji bilî parastinê em çekan bikar neynîn. Me ev yek li herêmên Kurdan bi ser xist. Lê hêzên din ev yek bi ser nexist. Rejîmê dixest çekên herî bi tesîk bikar bîne. Tiştên ku îro li herêmên Ereban pêk tê ev e. Li bajarên Kurdan rêxistinbûn û hestewariya gelan serkeftin bi dest xist. Niha gelê Kurd li hemû bajarên ku lê dijî piraniya rêveberiyên bajaran xistine bin destê xwe û xwe bi xwe bi rêve dibe."
'Me bi rengê xwe serî hilda'
Muslim, daxuyand ku îro li Sûriyê muxalifê esil ewin û heyeta Koordinasyna Neteweyî ava kirine û polîtîka wan guhertina rêbazê ye. Muslim, da zanîn ku kesên wekî muxalif dihatin xuyakirin niha li Şamê şerê serdestiyê dimeşînin û wiha got: "Lê em şerê hebûn û nasnameyê dimeşînin. Em dixwazin mafên me yên zagonî bên qebûlkirin. Mijara me mijara mafên demokratîk e. Me bi nasname û rengê xwe serî hilda. Em bi reng û nasnameya xwe tev li şoreşê bûn.
Di dîrokê de her tim Kurd bûne leşkerên ên din. Bûne leşkerê Osmanî, Yemen, Abbasî û gelek kesên din. Êdî Kurd nabin leşkerê tu kesên din. Êdî Kurd xwedi dîrok û tecrûbe ne û dê bi reng û ruyê xwe tev li têkşînê bibin."
'Artêşa Azad a Sûriyeyê pir serî ye'
Muslim wiha berdewam kir: "Artêşa Azad li Sûriye pir serî ye, ne bi rêxistin e. Li nêzî Kobanî û Afrinê têkiliya gel û Artêşa Azad a Sûriyê çê dibe. Li vir Kurdan qûbûl dikin û perçeyekî şoreşa sûriyê dibînin. Kesên li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin cuda ne. Ew Kurdan wekî dijminên xwe qebûl dikin. Em bi Artêşa Azad a Sûriye ya rast re li hev dikin. Hin hêz ji aliyê Tirkiye, Sûdî û Katarê ve tên parastin."
Hewldanên yekîtiyê...
Serokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim, destnîşan kir ku piştî serhildana Qamişlo ya sala 2004'an û şûnde dest bi xebat û hewldanên yekîtiyê kirin û wiha axivî: "Ewil ji mere digotin fikra we ya Apociyan e. Hişmendî û Felsefeya we ya Apocîyan e. DYA û hin welatên Ewropa we terorîsd dibînin. Ji ber vê yekê germ nêzîkî me nedibûn. Rejîma Sûriyê ji salên 1998’an heta niha li ser me zext dimeşand. Gelek hevalên me rastî îşkenceyê hatin û hin hevalên me şehît ketin. Lê her ku çû bingeha me xurt bû. Piştî zextên Sûriye li ser Kurdan zêde bû, êdî Kurdan pêdivî bi yekîtî û tifaqê dît. Ji ber vê yekê li Hewlerê Meclîsa Gel a Kurdistana Rojava û Meclîsa Neteweyî ya Kurdên Sûriyê di 11'ê Tîrmehê de peymanek îmze kirin. Peymana Yekîtiya Kurdan îmze kirin. Êdî hemû partiyên Kurdan bûne yek. Di 29'e Tîrmehê de milyonek mirov daketin kolanan û piştgirî dan yekîtiyê. Niha em bi hevre têkoşînê didin".
'Piştgiriyeke xurt heye'
Muslim, daxuyand ku piştî yekîtiya xwe ava kirin rastî eleqeyek mezin hat û wiha berdewam kir: "Partiyên wekî PDK, YNK, KCK, BDP, Kurdistana Rojhilat, Bakur, Partiyên Komunist, Partiya Îslamî ya Yekgurtî piştgirî dan me. Kesên yekîtiya Kurdan dixwazin piştgirî dan me. Lê kesên yekîtiya Kurdan naxwazin jî hene. Kêfa Tirkiyeyê ji vê yekê re nehat. Pêvajoya ku em xwe bidin qebûl kirin dest pê kiriye. Mirov nikare ji niha de tiştekî teqez bêje. Lê em xwe bi rêxistin dikin û piştî ku me baş xwe bi rêxistin kir em dê komîteyan ava bikin. "
Muslim, bibîrxist ku li ser Qamişlo hasas tev digerin û naxwazin şerê di nava wan û Ereban de derkevin wiha pêde çû: "Du roj berê xwestin 25 ciwanên me bi zorê bibin leşkeriyê. Gel li hemberî vê yekê derket kolanan. Gel û ciwanan polîsên Esed binçav kirin. Ev aloziyên ku li herêmê derdikevin bi piştgiriya Tirkiyeyê pêş dikevin. Hêzên îstixbarata Tirkiyeyê bi Esed re dev digerin û li herêmê aloziyê derdixin. Karê wan alozî û daxwaza sorkirina şer e. Dixwazin yekîtiya Kurdan xera bikin."
'Ji aliyê kesên din ve tên bikaranîn'
Muslim, bibîrxist ku hin Kurdên Sûri hene bi destên kesên din li hemberî wan tên sorkirin û dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin kişandin û wiha dom kir: "Selah Bedrettin ku li Tirkiye dijî her tim di nava têkliyên qirêj dene. 2 meh berê Wezîrê Karê Derve li Hewlerê ferman da elçiyê Hewlerê. Navê Selah Bedrettin jî derbas dibû. Li ser ku Kurdan çawa bi hev bide kişandin lîstik ava dikirin. Dîsa kesekî bi navê Selahattin Bilal heye. Ew jî li Ewropayê dijî. Têkiliyên wî jî qirêj in. Lê gelê Kurd êdî her tiştî zane û hişyar bûye. Li sînor gel ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tên parastin. Yek hêza sivîl e, yek jî hêza leşkerî ye. YPG ne girêdayî tu hêzên siyasî ye. Heza serbixwe ya leşkerî ye.
'Pirsgirêka me bi gelê Tirk re tune ye'
Muslim, da zanîn ku bi sedsalan in bi gelê Tirkiyeyê re cîran dijîn û tu dijminantî û nefrîna wan a bi gelê Tirkiyeyê re tune. Heta niha bi 10 hezaran Kurdên Tirkiyeyê ji ber pirsgirêk nayê çareserkirin jiyana xwe ji dest dane. Em li Sûriyê êdî bi muxalefetê re jî li hev tên. Em dixwazin nasname û statuya me di çarçoveya makeqanûnê de bê qebûl kirin. Êdî daxwazên me yên Xweseriya Demokratîk qebûl dikin. Divê êdî gelê Tirk jî rastiyê bibîne. Lê hikûmeta Tirkiyeyê bang li Koneya Neteweya Sûriyê dike û dibêje Kurdan nas neke. Dîsa bang li Heyeta Koordinasyona Neteweyî kir û xwest şertê ewil Kurdan qebûl neke. Tu çima wisa di dijminantiyê de israr dike. Em dixwazin pirsgireka Kurdan li Şamê çareser bikin. Em naxwazin li Enqereyê pirsgirêkê çareser bikin. Hûn pirsgirêka Kurdên xwe li Enqereyê em jî pirsgireka xwe li Şamê çareser bikin. Hûn çima dibin asteng? Em bawer dikin ku dê Kurdên 3 perçeyên din jî her tim li pişt me bin. Lê divê piştgiriya xwe hîn xurttir bikin. Em spasiya xwe ji hemû gelê Kurd ku em tenê nehiştin re dikin. Tevgera Kurdistana Rojhava perçeyekî tevgera azadiyê ye. Ev perçe dê bibe sedema Kurd xwe bi xwe bi rêve bibin û azad bikin. Em êdî PYD û TEDEM ne bi tenê ne. Hemû Kurd li Kurdistana Rojava bûne yek.
ABDURRAHMAN GOK / DÎHA/QAMIŞLO