Cîhan Roj di çîrok û romanên xwe de dikeve nav rihê karakteran, jiyana wan, ji nav jiyana kurdan mînakan, bûyeran pêşkêş dike. Rihê kurdewarî derdixe pêş. Di vê romana xwe de bi ser malbateke esilkurd re ku êdî li metropoleke Tirkiyeyê hay ji kurdbûna xwe tune, mijareke nû û modern digire dest. Sûnaya parêzer ku bavê wê jî parêzer e xwendevanan di nav bûyeran de digerîne.
Serkêş bi zimanekî herikbar hatiye nivîsandin û romaneke serketî ye; belkî mirov dikare bibêje ev roman ji romanên din ên Cîhan Roj baştir û serketîtir e. Bi vê romanê Cîhan Roj nivîskariya xwe gaveke din bi pêş ve biriye.
Weşanên J&J ku romana "Serkêş" weşandiye, romana Cîhan Roj a din "Gîtara Bê Têl" jî bi çapeke nû derxistiye.
Nivîskar Cîhan Roj di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de wê rojên 11,12 û 13'yê mehê pirtûkên xwe îmze bike. Her wiha 12'yê mehê ligel Abdullah Pertev Işik, Omer Dilsoz, Cîhan Roj wê beşdarî panela bi navê "Romana Kurdî" bibe û dîtinên xwe bîne ziman.

Cîhan Roj ê ku sala 1993'yan ve bi nivîsandina bi kurdî kirî xwediyî berhemên li jêr e: Ratîka, helbest, Weşanên Sî, 2002, Meyman, çîrok, Weşanên Lîs, 2006, Deriyê Çîrokê, çîrok, Weşanên Do, 2008, Aqil Diçe Sewda Dimîne, helbest, Weşanên Do, 2008, Gîtara Bê Têl, roman, Weşanên Do, 2009, Meya Moriyan, roman, Weşanên Evrensel, 2011, Perde, roman, Weşanên Na, 2012, Sehne, çîrok, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê, 2013, Serkêş, roman, Weşanên J&J, 2014.

NAVENDA NÛÇEYAN