Piştî kampanya îmzeyan niha jî bertek her ku diçin zêde dibin û dixwazin daraz vê biryarê biguherîne. Nivîsa kampanyaya ku heta niha 300 kesên ku di nava wan de hunermend, nivîskar, akademîsyen jî heye tev li bûne û îmze kiriye de wiha tê gotin: " Tirkiye welatê Sûryaniyan e û Manastira Mor Gabrîel ne dagirker e." Piştî vê kampanyayê bertekên li dijî biryara darazê zêde dibin. Berpirsiyarê Dêra Amedê Ahmet Guvener, anî ziman ku Tirkiye li ser polîtîkayên tirsê ava bûye û xwest berî her tiştî vê polîtîkayê terk bike. Guvener, destnîşan kir ku dewlet hemû kesên nasname, ziman û çanda wan cuda li hemberî xwe wekî dijmin dibîne û li gorî wê nêzîk dibe û wiha got: "Li dibistan, kolan û her derê em wekî dijmin hatin dîtin. Bulgar û Yûnan her tim wekî xaînên qahpe hatin zanîn. Hemû civak li hemberî hev dijmin dan nîşan. Kurd kirin dijminê tirkan, laz kirin dijminê Kurdan, Tirk kirin dijminê Ermeniyan û her kes xistin nava hev."
Guvener, anî ziman ku li Amedê nêzî 60-70 kes dijîn. Li gorî gotinên wan dixwazin dêran û gel bînin hemberî hev. Niha jî dixwain li Mîdyatê Dêra Mor Gabrielê bi heman rengî pêş bixin."
Guvener, anî ziman ku ev doz li ser 3-5 şahidên sexte ava bûye û ev kesanan jî ji cerdevan û keyayan pêk tê û wiha berdewam kir: "Niha ji xwe ji sedî 99'ê ortodoksan li Ewrûpa dijîn. Ji sedî 1 maye û dixwazin ew jî vir terk bikin û biçin. “
Serokê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdalê Cafer Koluman jî anî ziman ku ev biryar ji bo Tirkiyeyê şerm e. Koluman anî ziman ku dema li şert û mercên Tirkiyeyşê dinere polîtîkayên Tirkiyeyê nehatine guhertin û hikûmeta AKP'ê jî polîtikayên berê yên înkar û îmhayê dimeşîne. Koluman, anî ziman ku hikûmet pirsgirêkên baweriyan çareser nake û dijberî vê yekê bêtir kur dike.
DÎHA/AMED