Kes nikare rola Ocalan înkar bike
Oneş, da zanîn ku her tim rol û rewşa Ocalan ji aliyê raya giştî ve her tim bûye rewşa niqaşê û wiha domand: "Rola Ocalan ya ji bo aştiyê di nav şertên ku em tê de ne pir girîng e. Divê vê yekê tu kes pişte çav nake û ji xwe nake jî." Oneş xwest ku di vê pêvajoyê de Ocalan ji bo aştiyê îradeya xwe bide nîşan û got ku peşveçûnên dawî û pêvçûn zirarê didin pêvajoya aştiyê. Oneş got ku divê Ocalan pêşî li vê yekê bigre û wiha got: "Divê bi qasî giraniya gotina xwe Ocalan pêşî li van çalakiyan bigre û di vê warê de peyamên bi hêz bide." Oneş got ku girseya di xeta, BDP, KCK, PKK, DTK'ê de Ocalan wekî serokatiyê dibînin û got ku giraniya gotina wî ji ber vê rastiyê pêk tê.
Oneş, got, "Rewşeka wiha û peyamên bi vî rengî dê pirsgirêka baweriyê ku zedetir jî bi gelê Tirk re heye dê ji holê rake. Li hemberê vê yekê jî bê guman dê dewlet gavên erenî bavêje. Ji xwe pirsgirêka mezin ya îro gav avêtinên bawerî zedekirinê ne." Oneş ji bo şertên ku Ocalan ên wekî "ewlehî, azadî û tenduristî" ku bi daxwaza çareseriyê pêk anibû jî nirxand û angaşt ku şertên Ocalan di nav şertên îroyî de di plana 2'emîn de ye û wiha pede çû: "Ocalan ji aliyê girseyek mezin ve bi sempatiyek mezin tê pêşwazîkirin lê ji aliyê girseyek din ve jî sedema pirsexalan e. Divê ev psikolojî bê rêveberîn. Geşedanên erenî dê ji bo başkirina şert û mercên Ocalan jî bingehek amede bike."
DÎHA/ENQERE