Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan gotûbêjên der barê hevdîtinan ên di vê demên dawiyê de, 4’emîn kongreya AKP’ê, daxuyaniya Serokwezîrê Tirk a bi awayê “Ez bi BDP’ê re hevdîtin pêk naynin”, pêkanînên şerê taybet ên li Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Karayilan destnîşan kir ku li Îmraliyê  sîstemek a tecrîdê ya bêhempa, sîstema îşkence û zextên psîkolojîk heye. Karayilan hevdîtina malbatê ya bi Ocalan re mîna, "Bawer im ji ber daxwazên cûda, di encama zextan de hevdîtinek a wî bi birayê wî re çêbûye. Tenê ev e" nirxand. Karayilan diyarkir ku rayedarên hikûmetê hewl didin ku wisa nîşan bidin ku pêvajoyek nû ya çareseriyê hatiye destpêkirin û got, "Ev taktîkek a AKP’ê û Tayyîp Erdogan ji destpêkê ve serî li vê taktîkê didin. Ji ber wê jî daxuyaniyên wek 'dikarin hevdîtin li Îmralî jî, li Osloyê jî bikin' vala ne."

'Divê projeya xwe deynin holê'

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan şert û mercên çareseriyê jî wiha rêz kirin: " Ger dewleta Tirk biryarek wiha dabe û bi biryar be ku dê pirsgirêka Kurd çareser bike, divê beriya her tiştê projeya xwe deyne holê. Muxatbên pirsgirêka Kurd, hevpişkên pirsgirêka Kurd diyar in. Tu li aliyekê dibêjî ez bi aliyê siyasî û qanûnî yê Kurdan BDP’ê re rûnanim, li aliyê din dibêjî ez ê bi PKK’ê re li Osloyê rûnim. Gelo ev ne nakokî ye? Tu dê mafê destnedanê yê parlementerên ku silav dan gerîlayan rakî, biavêjî girtîgehê; tu dê bêjî ez ê bi gerîlayan re li hev bikim! Gelo samimiyeta vê li kû ye. Ev yek taktîkek e…”
'Em stratejîkî nêzî Osloyê bûn'
Karayilan têkildarî hevdîtinên Osloyê de jî diyarkir ku wek alî ew bi dilsozî û stratejîk nêzîkî hevdîtinan bûne lê belê AKP'ê xwestiye vê yekê wek derfeteke tasfiyeyê bikar bîne. Têkildarî pêvajoya Osloyê de Karayilan ev agahî bibîr xistin: "Em bi awayek stratejîk nêzîk bûn. Nêzîkatiya rêbertiya me jî, tevgera me jî wiha bû. Lê aliyê Tirk ev hevdîtin bi awayek bê wate bi dawî kir û şer îlan kir.Biryar da ku me bi tundiyê ji holê rabikin.Dewleta Tirk nikare Kurdan bi tundiyê tune bike, lê berevajoyê vê, ew dê wenda bikin. Ev yek teqez û zelal e.”

'Di van şertan de hevdîtin nabe'

Karayilan ragihand ku weke aliyê Kurd tu caran ji diyalogê ne revîne û bibîr xist ku di şert û mercên niha de hevdîtin ne mumkun e û ji bo hevdîtin pêk werin jî pêwistî bi sererastkirinan heye û wiha dirêjî axaftina xwe bû: "Em ji berê ve dibêjin ku muxatab Rêbe Apo ye.  Niha aşkere bûye ku hevdîtin bi vî awayî bi ser nakevin. Ango divê du tişt biguherin: yek divê projeyek a çareseriyê ya dewletê hebe. Ya din jî hevdîtin bi heman sîstema berê nabe! Ger dixwazin hevdîtin encam bigirin, divê şert û mercên muxatab-muxatab Rêbertî ye- bêne guhertin. Niha tê fêmkirin ku ger hevdîtin pêk bên, li Îmraliyê nabe, ji bo vê jî divê şert û berên tendurîstî-ewlehî û azadiyê ya Rêber Apo bêne sererastkirin. Ger hûn dixwazin pirsgirkê bi çareseriyeke mayînde çareser bikin, hûn neçar in ku Rêbertiyê qebûl bikin. Hûn qebûl nekin em ê şer bikin, gelê Kurd dê şer bike."

Kongreya AKP'ê

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan têkildarî peyamên di Kongreya AKP'ê de jî nerînên xwe wiha anîn ziman: " Tayyîp Erdogan hedefa 2023 daye pêşiya xwe. Ma di nava hedefa 2023 de çarerseriya pirsgirêka Kurd heye, nexêr! Dê Tirkiyeyek çawa biafirîne? Ev pirsgirêk êdî bi vî awayî û bi van rê û rêbazan çareser nabe. We sirgun kiriye, zext lê kiriye, girtine, kuştine, li gel vana hemûyan jî we kiriye Tirk. Divê êdî ev rastî were dîtin. Gelo niha hewldanên ji bo çareseriyek taktîkî çiqas rast e. Ya Tayyîp Erdogan dike ev e. Di kongreyê de bang li girseya me kir. Got bêjin êdî bes e li hemberî PKK’ê rabin. Got em tasfiye bikin. Banga tasfiyekirinê kir.
Beriya kongreyê me weke Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî bersiv da. Me rastiyê aşkere kir.Yanî Tayyîp Erdogan taktîk dike. Hemleyek taktîkî pêş dixe. Di esasê xwe de ev yek mijûlkirin e, tu hişmendiya çareseriyê tune ye. Ger çareserî hebûya, dê di axaftian xwe de behs bikira. Dê çarçoveya vê yekê aşkere bikiriba. "


Zextên li ser BDP'ê 
Karayilan têkildarî zextên li ser BDP'ê û dîlgirtipan parlementeran û zextên tên meşandin de jî nerînên xwe parve kirin: " Dîlgirtina parlementeran tê çi wateyê? Tê wateya gurkirin, kûrkirin, berfirehkirina şerê li dijî gelê Kurd. Hem parlmenteran bavêje girtîgehê û hem î bibêje ez ê bi PKK’ê re diyalogê çêbikim û agirbest û lihevkirinê bikim. Tiştekî wilo nabe. PKK temsîlkarê vî miletî ye. HPG hêza parastina vî miletî ye. Li hemberî evqas girtin, êrîşên li hemberî ciwanên Kurd, jinên Kurd, kedkarên Kurd hêzên parastinên nikarin bê helwest bin. Kurd jî ji bo hebûna xwe biparêzin dê ber xwe bidin. Ji bo vê jî şer bi awayekî îdeolojîk, siyasî, çandî, dîplomatîk, aborî û çekdarî didome. Civaka me li hemberî vê helbet divê hişyar be û karê barê xwe kiribe. Raya giştî jî divê vê baş zanibe ku şerê ku li dijî me tê kirin ne tenê bi çekdarî lê bi her hawî ye. Hemû derfetên dewletê têne bikaranîn. Erdogan li Ewropayê jî ji bo êrîş li ser me pêk bên hemû siyaseta xwe bi kar tîne. Hemû kêferata Erdogan ew e ku li her welatî li hemberî me biryaran derbixe. Organên çapemeniya Kurd dikine amanca êrîşan. Faalîyetên komeleyên zagonî dikine amanca êrîşan. Di bingehê xwe de hebûna Kurdan dikin amanca êrîşan. Sîsika meselê ev e. Te divê li nav welêt û te divê li derveyî welêt bersiva ku Kurd bidine heye: berxwedan.

Gelê Kurd wê bi serkeve

Karayilan di dawiya nirxandina xwe de jî destnîşan kir ku tu hêz nikare meşa gelê Kurd a ber bi azadiyê ve rawestînê û wiha axifî: "AKP çiqas taktîkan bike jî belesebep in. Êdî pirsgirêka Kurd wê çareser bibe. Di vê mijarê de pêvajoyeke dîrokî heye. Ti hêz nikare herka dîrokê rawestîne. Gelê Kurd jî li van xakan wê azad bibe. Heke îro li Rojhilata navîn pêla azadî û demokrasiyê hebe rola berxwedan û tekoşîna gelê Kurd tê de pir e. Statuyên din ên li parçeyên Kurdistanê ji hêla AKP’ê ve nehatibe serifandin lê qebûl kiribe naxwe dive Bakurê Kurdistanê jî qebûl bike. Di vê qonaxê de doza Azadiya Kurd ketiye pêvajoya dîrokî de û êdî wê ber bi serkeftinê ve biçe. Bi taybetî jî performansa ku di van 4 mehên dawî de gerîlayan nîşan kirî, pêngavan şoreşî ya ku gelê me yê Rojava pêk anî, pêşkeftinên di serweriya li ser qadan, li Kurdistanê têkoşîna azadiyê gihandiye qonaxeke din, êdî kes ji vê qonaxê gav ber bi paş ve naavêje. Wê bi pêş bikeve û bi ser bikeve."



BAKÎ GUL / ANF/BEHDÎNAN