
Li paytexta Îngîlîstanê Londonê li avahiya Şanoya Acrola bi navê "Stranên Çiyê" şêva din konserek ji şêweyên muzîka Kurdî hate lidarxistin. Konser di çerçoveya projeya Zanîngeha SOAS a Londonê ya berhevkirin û arşîvkirina stranên Kurdî û amadekerina pirtûka stranên Kurdî de hatibû plankirin. Di konserê de hate aşkere kirin ku mîna parçeyekî heman projeyê xabata li Kobanê avakirina Akademiya Muzîkê jî hatiye destpêkirin.
Amadekariyê konserê ji aliyê stranbêj û rojnamevana Kurd Suna Alan ve hatin kirin. Axaftina vekirinê ya konserê ji aliyê Etnomizikolog Ed Emery ve hate kirin. Emery di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo ragihandina guhdaran a ezmûnên çandî û polîtîk ên Kurdan konser gelekî girîng e. Emery ragihand ku bi hewldaneke di bin sîwana Zanîngela SOAS a Londonê de wan xabatên Akademiya Muzîkê ya Kobanê dane destpêkirin û di vê akamediyê de wê derbarê muzîk û govendên Kurdî de lêkolîn werin kirin. Emery ragihand ku ev xebat wê ji aliyê muzîkvanên dildar ve were meşandin û ew plan dikin ku sala bê xabata xwe biencam bikin.
Stranên Kurdên Elewiyan
Di konsera hate organîze kirin de gelek hunermendan jî cîh girt û çîrok, dîrok û naveroka her strana hate gotin ji aliyê Ed Emery ve ji guhdarvanan re hate vegotin. Di beşa yekemîn a bernameyê de stranên Şeroyê Biro, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo ji aliyê Suna Alan ve hatin pêşkêş kirin. Muzîkvan Roskar Nasan bi Udê, Hamît Sag jî bi Bedirê di ekîbê de cih girtin. Stranên Elewiyan ji aliyê Berguzar Erdogan ve, stranên gelerî yên Kurdî ji aliyê Ulkem Yilmaz û Zelîha Çîçeklî ve hatin pêşkêş kirin. Muzikvanên endamê Grup Raye Riza Koyupinar, Salman Sobe, Soner Golbaş bi enstrumanên xwe li ser dikê cihê xwe girtin.
Di beşa duemîn a konserê de Suna Alan tevî Grup Raye derkete serdike. Her wiha Koma Govendê ya Yekîtiya Ciwanên Elewî jî govendên Kurdî nîşandan.
Bi munasebeta 100. salvgera tevkujiya Ermeniyan jî di konserê de srtaneke Ermenkî hate pêşkêş kirin. Her wiha helbesta Arjen Arî ya bi navê, "Tu Bihata" ku ji aliyê Suna Alan ve mîna stran hatiye amadekirin hate gotin. Di beşa duemîn de stranên têkildarî pêvajoyên tevkujî û dîroka trajîk a Kurdan û Elewiyan hatin vegotin. Bername bi strana "Keça Kurdan" a hunermendên beşdar bûn bi hev re gotin bi dawî bû.
ANF/LONDON