Rewşa Sûriyeyê tevî hebûna hin çavdêrên Neteweyên Yekbûyî gelekî ji berê nehatiye guhertin û li gorî çavdêran artêşa Sûriyeyê li gorîl iv û tevgera vê şandeyê tevdigere. Wekî mînak piştî ku şandeya Neteweyên Yekbûyî serdana Hemayê kir , artêşê çekên xwe yên giran ji bajar hinekî dûr kiribû lê piştî çûna Çavdêran vegeriyan nava bajêr û êrîşî gelê Hemayê kir.
Her wiha di vê dema qaşo agirbestê de jî gelek çalakiyên muxalifên çekdar jî hatin lidarxistin û ev agirbest ji alî wan ve jî tê binpêkirin. Wiha xuyaye ku herdu alî jî ne ji dil tevdigerin û bi lîstikên cuda hev dişînin şer û pevçûnan.
Li gorî çavkaniyên muxalefeta Sûriyeyê rêjeya tundiyê dîsa lig elek deverên cuda ên Sûriyeyê bilind bûye û ev yek serkeftina plana Kofî Annan dixe nava talukeyê. Her wiha hin daxuyaniyên bi vî rengî jialiyê Neteweyên Yekbûyî jî tên belavkirin. Li gorî hin çavkaniyên rayedarên Neteweyên Yekbûyî artêşa Sûriyeyê lig elek deveran agirbesta Annan binpêkiriye û li Hemayê 9 sivîl ji alî hêzên Sûrieyeyê ve hatine kuştin.
Her wiha alîkarê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Lîn Basko da xuyakirin ku hîna jî hikûmeta Sûriyeyê çekên giran bikar tîne û di pêkanîna 6 xalên plana Kofî Annan de de gelek kêmasiyan dike. Her wiha binpêkirinên mafê mirovan her berdewam dikin. Basko bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku tang û çekên xwe yên giran ji bajaran vekişîne.
Li gorî çalakvanên Sûriyeyê dema ku çavdêrên Navneteweyî tên cihekî artêşa Sûriyeyê xwe ji wir vedikişîne lê piştî ku diçin dîsa vedigerin bajêr û hêzên ewekariya Sûriyeyê dest bi girtina welatiyan dikin. Li gorî raporeke komeleya mafê mirovan roja duşemê di encama êrîşên artêş û hêzên ewlekariya Sûriyeyê de 29 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî hatine girtin.
Yekitiya Ewropayê biryara pêkanînên nû li hemberî rejîma Sûriyeyê da. Di nava vana de de neşandina tiştên luks ji bo Sûriyeyê jî heye. Li gorî ajansa YE’yê ya ku dispêre dîplomatên Ewropayê, dê ev biryara pêkanînên li heberî Sûriyeyê di civîna 27 wezîrên Yekitiya Ewropa ya li Luksemburgê de bê qebûlkirin. Hêjayê gotinê ye ku YE’yê di dema bernameya nukleerê ya Koreya Bakûrê de jî biryara qedexekirina tiştkên luks ji bo vî welatî dabû.
Ambargoyên nû
Yekîtiya Ewropayê zextên li ser rêjîma Beşar el-Esad zêde dike. Wezîrên Derve yên 27 welatên YE’yê duşemê li Luksemburgê bêyî nîqaş şandina berhemên pir bûha ji bo Sûriyê qedexe kir. Dîplomatên ewropî diyar kir ku lîsteya berheman dê piştre ji aliyê pisporên YE’yê ve bê amade kirin. Di lîsteyê de tiştên mîna seet û xwarinên bûha dikarin cî bigirin. Herweha berhemên ku dikarin li dijî welatiyên sûrî bên bi kar anîn, dê bikevin lîsteya cezayê ya YE. YE ta niha li 138 endamên sereke yên rêjîma Sûriyê û malbatê wan derbasbûna welatên YE qedexe kiriye.
Nakokiyên muxalefetê
Tê ragihandin ku parçebûna di nava Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê de ku bi navê ‘Meclisa Stenbolê’ tê naskirin her ku diçe berfirehtir dibe. Ji vê muxalîfa li Stenbolê hat avakirin û piştgiriyê ji Tirkiye û welatên rojava werdigire, kesên nû vediqetin.Tê diyarkirin ku sedema zêdebûna van veqetînan helwesta Konseyê ya li hemberî Kurdan û lihevnekirina di meseleya Îsraîlê de ye.
Li gorî nûçeya rojnameya Îngilîz Daily Telegraph, nivîsên posteya elektronîk a Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê Burhan Xeliyûn ketiye destê korsanên înternetê yên alîgirên rejîma Esad.
Rojname di nûçeya xwe de çapemeniya Libnanî destnîşan dike û diyar dike ku, di nava Konseya ku beşek mezin a wê ji Birayên Misilman pêk tê de lihevnekirinên di meseleya Kurdan û Îsraîlê hene.
Wekî tê zanîn beriya demekê serokê vê Konseyê Burhan Xelyun daxuyaniyên balkêş derbarê Kurdan de dabû ku rê li ber nerazîbûnên tund ên Kurdan vekiribû û hin aliyên Kurd ên ku hê jî hêviya wan di vê Konseyê de hebû êdî baweriya xwe nema tînin bi Xelyûn û vê meclisa ku di bin bandora siyaseta Tirkiyeyê û hevkarê wan Birayên Misilman de dixebite.
ŞAM