Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed da xuyakirin ku Sûriye vediguhere sîstemeke federal a ji 3 herêman pêk tê. Ehmed rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava û rewşa Cenevre-3 ji ji ajansa nûçeyan ANF'ê re nirxand.
Hêza li dijî çareseriyê Tirkiye ye
Ehmed ji êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava dibêje, "ev demeke dirêj e ku Tirkiye êrîşî Rojava dike. Ji roja destpêkirina şoreşa Rojava û vir ve Tirkiye bi polîtîkayeke dijminane nêzî Rojava dibe. Naxwaze li Rojava vîneke siyasî derkeve holê û pirsgirêk werin çareserkirin. Di vê çarçoveyê de heta jê tê êrîşî Rojava dike. Tirkiyeyê êrîşên xwe carinan bi destekkirina çeteyan da kirin, carna jî bi xwe top li herêmê barandin. Di dema dawî de vê topbaranê bi hin bahaneyan zêde kirin".
Hevseroka MSD'ê îşaret bi bahaneya êrîşên Tirkiyeyê dike û dibêje, "Sedema rastî ne Ezaz e. Di rewşa heyî de Tirkiye bi temamî li derveyî polîtîkaya li Sûriyeyê ma û hemû hesabên xwe yên li ser Sûriyeyê pûç bû. Bi hin bahaneyan niha dixwaze li Sûriyeyê polîtîkayekê bimeşîne. Sedema rastî ya êrîşan jî ev e."
QSD'ê pêşî li pêşveçûna rejîmê girt
Îlham Ehmed bal kişand ser girêdana navbera "komên muxalif" û El-Nusrayê ku fermana xwe ji wê û Tirkiyeyê digirin û got, "Ev kom xwedî bernameyeke siyasî nînin, rêxistinên taşeron in. Ji ber vê yekê, dema Rûsyayê êrîşî herêmê kir, van koman hemûyan herêm terikand, reviyan. Dema rewşeke bi vî rengî derket holê, hêzên rejîmê jî roj bi roj bi pêş de çûn. Di vir de ya ji QSD'ê dihat xwestin, van cihan dagire û pêşiyê bigire li bipêşdeçûna hêzên rejîmê."
Tirkiye li bahaneyan digere
Hevseroka MSD´ê Ehmed ji bo îdîayên Tirkiyeyê yên ku çalakiya li Enqereyê û YPG bi hev ve girêdidan jî got, "Tirkiyeyê hewl da li ber çavê hêzên navneteweyî YPG'ê weke rêxistineke terorîst nîşan bide û bi vî rengî ji bo bikeve nava Rojava bahaneyê biafirîne. Bi vê rêbazê re Tirkiyeyê xwest hevkariya QSD û hêzên koalîsyonê ji holê rake."
Îlham Ehmed îdîayên Tirkiyeyê derew derxistin û wiha peyivî: "Stratejiya bingehîn a YPG'ê şerê li hemberî DAIŞ'ê ye, qedandina DAIŞ'ê ye û ew e ku li Sûriyeyê guhertineke demokratîk pêk bîne. Jixwe kesî ji îdîaya Tirkiyeyê bawer nekir. Senaryoya wan pûç bû." Weke sedema vê helwêstê jî Ehmed nerehetiya Tirkiyeyê ji wê yekê nîşan da ku ji bo çeteyan rêya di navbera Ezaz û Helebê de qut bû.
QSD biryarên xwe dide
Îlham Ehmed ji bo operasyon û çalakiyên QSD´ê jî got, "Li her cihê terora DAIŞ'ê hebe, wê çalakiyên hêzên HSD'ê jî lê bidomin. Herêmên ku heta niha hêzên QSD lê bi pêş ve çûn, herêmên El Nûsra ne. Ti kes nikare bipirse bê çima em li vê herêmê bi pêş de diçin. … Em dixwazin hemû hêzên ne bi Nûsra re, li hev bicivînin û li dijî DAIŞ û Nûsra têkoşîneke xurt bimeşînin."
Pêkhatina Cenevre 3 zelûl e
Hevseroka MSD´ê Ehmed civînên Cenevre 3 jî bi bîr xistin û got, ji rewşa meydanî a şer a li deverê wisa diyar e ku mumkin e civîn pêk neyên jî û îşaret bi wê yek kir ku mumkin e Heleb û derdora wê bi temamî bikeve destê rejîmê.
Îlham Ehmed got, piştî serketinên eskerî û siyasî yên aliyê Kurd, êdî ji bo Sûriyeyê nîqaş li ser sîstemeke federal tên kirin û wiha peyivî: "Li nava Sûriyeyeke federal, li herêma Bakurê Sûriyeyê ya Federal wê Kurd rêxistinbûyîna xwe ya xweser û sîstema xwe bidomînin. Têkoşîna li Rojava tê meşandin esas e. Di vê çarçoveyê de demokratîkbûyîna Sûriyeyê ferz e. Li gorî çavdêriyên ji nîqaşên di navbera hêzên navneteweyî de derketine holê, divê Sûriye xwedî sîstemeke federal a ji 3 herêman be. Daxwaza gelên Sûriyeyê, partî, kom û dewletên çareseriyê dixwazin, bi vî rengî ye. Nêrîna Amerîka û Rûsya jî bi vî rengî ye."
Îlham Ehmed li ser mijarê wekî din got, rejîm li gorî mixalefetê i bo çareseriyeke bi vî rengî nermtir e.
Herêm wê ji DAIŞ´ê bê paqijkirin
Hevseroka QSD´ê Ehmed li ser gihandina kantonên Efrîn û Kobanê jî got, ev yek wê demeke dirêj bajo û li ser rewşa eskerî û şerê li dijî DAIŞ´ê wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê li van herêman gefa DAIŞ'ê ji holê were rakirin. DAIŞ gefeke mezin li vê xetê dixwe. Ne tenê li hemberî Kurdan, li hemberî Ereban jî tehlûke ye.
Her çend Tirkiye nerazîbûneke tund nîşanî yekbûyîna vê xetê dide jî, êdî DYA dixwaze ev xet bigihêje hev. DYA û Rûsya dizanin ku yê kantonan ji hev qut dike DAIŞ e û eger ji DAIŞ'ê bê paqijkirin wê her du herêm xwe bigihînin hev. Di nava sîstemeke federal a Sûriyeyê de têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê girîng e."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN