“Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî” ku bi dirûşma “Ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî” jî 15'ê sibata 2014'an vir ve kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Ligel ku polîsên AKP'ê êrîşî dildarên kampanyayê dikin jî xebatên kampanyayê bi hemû hêza xwe didome. Gelên Kurd, Tirk, ermen, Suryan, laz, çerkez û rûm azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî azadiya xwe dibînin û bi vê hişmendiyê tevlî xebatên komkirina îmzeyan dibin. Ji van gelan ê ku ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dike yek jê Suryanî ne. Derbarê xebatên Suryaniyan de Berdevkê Yekîtîya Suryanîyên Ewropayê ya Tirkiyeyê Tuma Çelîk agahî da DÎHA'yê.


‘Divê Ocalan azad bibe'
Çelîk diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan ev du sal in pêvajoyek daye destpêkirin û di vê pêvjoyê de rola Ocalan gelekî girîng e. Çelîk da zanîn ku kesê ku ev pêvajo daye destpêkirin divê dî girtîgehê de neyê girtin û wiha axivî: "Ji ber ku yek ji aliyê muzekareyê di girtîgehê de tê girtin ev yek ji bo domandina pêvajoyê pirsgirêkek cidî ye. Ji ber vê yekê ger ku dixwazin pêvajo bidome divê herdu alî bi awayekî azad serbest tevbigerin. Şertê ewilî ya serbsetberdana Ocalan ji ber vê yekê ye. Ji bo aştiyeke mayînde divê Ocalan azad bibe."

'Suryanî jî Ocalan wekî rêberê xwe dibînin'

Çelîk got ku Ocalan bi peşniyarên çareseriyê yên ji bo gelên Rojhilata Navîn pêş xistiye ji bo Suryaniyan cihekî girîng digire û anî ziman ku ji ber vê yekê Suryanî jî Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dikin. Çelîk da zanîn ku weki gelê Suryanî ew ê jî ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dikin.
Çelîk li ser êrîşên li hemberî dildarên kampanyaya îmzeyan jî rawestiya û ev tişt anî ziman: "Bi van êrîşan samîmiyeta hikûmetê ya li hemberî pêvajoyê derketiye holê. Li aliyekî qala aştî û çareseriyê bike li aliyê din jî zext û zordriyê li ser kesên ji bo azadiya Ocalan dixebitin bimeşîne. Ev yek ne nêzîkatiyeke rast û samîmiye. Bi rastî ev jî nîşan dide ku bê kesên hikûmetê bi rêve dibin bê çiqasî ne durust in. Divê demildest dest ji vê nêzîkatiya xwe berdin û ji bo aştiyeke mayînde gavan bavêjin."
Çelîk bilêv kir ku welatiyên Suryanî li cihên lê dijîn ji bi azadiya Ocalan îmzeyan kom dikin û wiha berdewam kir: "Suryanî jî îmzeyan kom dikin. Di vî alî de di nava hewldanekê de ne. Di vê pêvajoyê de çi têkeve ser milê me em ê hewl bidin pêk bînin û pêk tînin. Em girîngiyê didin hişmendiya ku Ocalan ji bo Rojhilata Navîn daniye holê û ji bo pêkanîna vê yekê em di nava liv û tevgerê de ne."

'Divê em vê xebatê berfirehtir bikin'

Çelîk anî ziman ku her roj îmze zêde dibin û got ku divê xwe bigihînin hemû gelên Tirkiyeyê. Çelîk da zanîn ku divê her kes tevlî xebatan bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hemû gelên Tirkiyeyê guh bidin vê xebatê. Ji ber ku daxwazên Ocalan ji bo aştiya mayînde ye û ji bo hemû gelan e. Ev tenê Kurdan eleqedar nake, ev me hemûyan eleqedar dike. Ji ber vê yekê divê her kes tevlî vê xebatê bibe û kampanyayê berfirehtir bikin."



ZUHAL ATLAN / DÎHA/STENBOL