Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Cemal Cizîrî axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Li beramberî şehîdan jî rêzgirtina herî mezin avakirina pergala xwe ye. Kurd demên borî nikarîbûn pergala xwe ava bikin û bi daîmî bi rê ve bibin. Lê niha ev derfet di destê Kurdan de heye û Kurd dikarin pergalek xwe ya azad ava bikin û bi rê ve bibin. Divê em hemû jî xwe parçeyek vê pergalê, rêxistinê bibînin û karibin bi her awayî tevlî hemû beşên vê pergalê bibin. Em pergala xwe ya rêxistinî xurt bikin. Hevaltî û xwedîlêderketina şehîdan jî li ser vê bingehê ye. Ji derveyî vê rastiyê kî çi bi lêv jî bike ne rast e. Pêwîst e, mirov bi giyanê têkoşîna şehîdan nêzî kar û xebatên xwe bibe û li gorî vê giyanî tevlî rêxistina xwe bibe. Divê em li gorî vê zanêbûnê tevbigerin."
Cizîrî bal kişand ser meha nîsanê jî û wiha domand: "Em di demsala biharê û meha nîsanê de ne, piştî nîsanê meha gulanê tê û me di van her du mehan de gelek nirxên mezin dan. Di kesayeta şehîdên meha nîsanê de em tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiyê bi bîr tînin." Pişt re hemû kesên di civînê de ji bo kesên di tekoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Pişt re parêznameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Manîfestoya Civaka Demokratîk hat guhdarkirin. Jin, zarok, ciwan, pir û kal bi baldariyek mezin guhdar kirin. Di heman demê de rondik ji çavên dayikan dibariyan û zarok jî bi awayekî bêdeng di hembeza dayikên xwe de rûniştibûn.
Cizîrî pişt re li ser geşedanên dawî rawestiya û polîtikaya hikûmetê rexne kir û civîn bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.

 DÎHA/MEXMÛR