Serokê Konseya Rêber a KCK’ê Mûrat Karayilan komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat nirxand û got; “Her çendî Rêber Apo ji bo aliyê Komploya Navneteweyî ve dîl hatibe girtin, lê rola ku di nava çar dîwaran de dileyîze, helwesta ku nîşan daye û asta çareseriyê ya ku pêş xistiye, bûye bingeha sekna Tevgera me ya li hemberî Komploya Navneteweyî.”
Karayilan got; “Heta pêvajoya Komploya Navneteweyî nayê bidawîkirin, pirsgirêka Kurd çareser nabe” û wiha bang ki; “Hûn nikarin pêşî li serkeftina doza rewa ya gelê me bigirin. Hûn nikarin berjewendiyên xwe yên qirêj deynin pêşiya daxwazên mafdar ên gelê me. Hûn neçar in ku rastiya vî gelê ku 13 sal in bi biryarî li ber xwe dide, bibînin. Ger hûn nebînin dîrok dê we mehkûm bike.”

'Xwe ji çalakiyê xweşewitandinê dur bixin'

Karayilan bang li her kesê kir vê rastiyê bibînin û dest ji van polîtîkayên şaş bedrin û li hemberî daxwazên azadiyê yên mafdar ên gelê Kurd polîtîkayeke rast pêş bixin. Karayilan têkildarê protestokirina 15’ê Sibatê jî ev peyam da; “Êdî li dijî Komploya Navneteweyî tenê protesto nabe. Em komploya navneteweyi bi her awayî protesto dikin, lê di rojeva me de pêxistina tekoşîna derbaskirin û têkbirina komployê heye.
Pêşî ez vê bêjim; Divê hevalên me ciwanên Kurdistanî xwe ji çalakiyên xweşewitandinê, yanî ziyandayîna xwe yên bi boneya protestokirina komployê dûr bixin û divê tu kes qet tiştek wiha neke. Sekneke wiha ji bo çalakiyên vê demê nabe, ev berê bû. Ya duwem jî, divê gelê me 15’ê Sibatê weke “Roja Reş” nas bike. Di “Roja Reş” de rojiya neteweyî tê girtin. Dîsa jiyan tê rawestandin û derabe têne daxistin. Îsal divê teqez heman tişt bêne kirin. Lê divê ji salên berê cûdatir be.”

'Meşa dirêj bi rêzdarî silav dikim'

Karayilan, baş kişand ser Meşa Dirêj a bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” ya ku ji aliyê Kurdên li Ewropayê dijîn ve hatiye destpêkirin de  got; “Ez vê meşa wan a pir hêja bi rêzdarî silav dikim. Di şert û mercên vê zivistana ewqas dijwar de meşek wiha dane destpêkirin, ev yek pir bi wate û girîng e.”
Karayilan diyar kir ku mitînga ku dê di dawiya hefteyê de (18 sibat) li Strasbourgê bê lidarxistin bi “bi wate ye” û ev bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir; “Pir girîng e ku bi taybet gelê mey ê Ewropayê meşvanên meşa dirêj bi girseyî pêşwazî bike, bi awayeke xurt beşdarî mitînga li Strasbourgê bibin û ev yek dê peyameke pir girîng be. Bi vê boenyê ez bang li hemû gelê mey ê li Ewropayê dijîn dikim ku Komploya Navneteweyî protesto bikin, qêrîna gelê Kurd û dengê wê yê azadiyê bilind bikin û ji bo azadiya Rêber Apo û sekna neteweya demokratîk beşdarî mitînga li Strasbourgê bibin.”

'Muxatabê me ne MÎT dewlet bû'

Serokê Konseya Rêber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku AKP xwe li pêvajoya diyalogê ya di sala 2008 de li Osloyê dest pê kirin nake xwedî û destnîşan kir ku vê yekê ji bo lewazkirin, mijûlkirin û tunekirina aliyê Kurdan nirxandiye.
Karayilan got; “Me ne bi MÎT’ê re bi dewletê re hevdîtin pêk anî” û destnîşan kir ku tişta bû sedema bidawîbûna diyalogan operasyonên di bin navê KCK’ê yên ku weke xencereke li pêvajoyê ketin bû. Karayilan got; “Destwerdanên kûr û ciddî li hemberî pêvajoya diyalogê pêk hatin. Ev feraset ji xwe re tenê şer esas digire. Tişta ku rê li ber vê vekir, zîhniyeta AKP’ê ye. Ji ber ku AKP li pêvajoya diyalogê nebû xwedî.’’
Karayilan der barê hewldanên li hemberî Hakan Fîdan de jî got; “ Dixwazin bi vê yekê pêvajoya diyalogê bi temamî bigirin û her wiha ev yek ji bo hewldanên ji bo diyalogên ku piştre pêk bên çavtirsandinek e.”
Her wiha, Karayilan diyar kir ku nameya Ocalan û belgeyên din jî ji arşîvên MÎT’ê hatine girtin. Karayilan der barê hewldanên li hemberî Hakan Fîdan de jî got; “ Dixwazin bi vê yekê pêvajoya diyalogê bi temamî bigirin û her wiha ev yek ji bo hewldanên ji bo diyalogên ku piştre pêk bên çavtirsandinek e.”
Karayilan bal kişand ser îdîayên ku dibêjin MÎT ketiye nava KCK’ê û got;“Li Tirkiyeyê pergalek ku xwe bi navê KCK’ê bi rêxistin kiriye, tune ye. Lê dibe endamên MÎT’ê ketibin nava hin saziyên legal û aşkere yên Kurdan. Lê gotinên ku dibêjin MÎT, KCK’ê bi rê ve dibe, evane derew û pûç in. Gelo ger em nekarin xwe li hemberî sîxûrên dewletê biparêzin, em ê çawa xwe ewqas li ser piyan giritin?’’ 

ANF/BEHDÎNAN