
Di 5 û 30'ê Cotmeha 2011'an de di bin navê doza KCK'ê de 147 jê girtî 193'ê kes hatibûn girtin. Girtiyên ku di navde Prof. Dr. Buşra Ersanli û rojnameger Ragip Zarakolu jî heye malbat û parêzerên 23 kesan serî li dadgehê dabûn û îtîraz kiribûn. Heyeta dadgehê jî li ser vê îtiraza parêzeran der barê 15 kesên ku di navde Nivîskar Ragip Zarakolu jî heye pêvajoya girtina wan li ber çavan girt û biryara serbest berdanê da. Piştî ku Zarakolu ji Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 2 hate berdan û girtiyên jin ji Girtîgeha Bakirkoyê hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Xizm û malbatên girtiyan Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî di navde bi girseyî girtî pêşwazîkirin. Li deriyê girtîgehê Ragip Zarakolu daxuyanî da û wiha got: "Girtina min jî û serbestberdana min jî bû suprîz. Li girtîgehê kesên parastinê temsîl dikin parêzer, xwendekar akademîsyen mamoste û siyasetmedar ji ber girtîne min diêşîne. Hemû partiyên siyasî xwedî akademî ne. Ji ber ku me li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ders da em hatin girtin. Ev pir eletewş e. Bi girtin û binçavkrinan xuya dike ku ji bo Kurdan damerizandina partiyan qedexe ye. Lê girtîgeh jî peyvir û mîsyona akademiyan dibînin. Ji niha û şûnde jî ji bo serwextbûn û zanebûnê ez dê ji bo Kurdan bixebitim. Ji bo mafê Kurdan û lêgerîna mafê Kurdan ez dê bixebitim."
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Tuncel jî anî ziman ku tenê serbestberdana 15 kesan têr nake û divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Tuncel, da zanîn ku ew hevî dikin û dixwazin ku hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Xebatkara Rojnameya Ozgur Gundemê Songul Karatagna û Rêvebera BDP'a Yalovayê Evrim Ozturk jî serbest hatin berdan û ji aliyê heval û xizmên xwe ve hatin pêşwazîkirin.
STENBOL