Navenda Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) girtina rêvebir û mamosteyên zimanê Kurdî bi tundî şermezar kir. Rêveberê Navda KURDÎ DER'a Amedê Rifat Oztuk diyar kir ku divê dewleta Tirkiyeyê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze û wiha got: " Heta ku Kurdî bibe zimanê jiyanê û perwerdehiyê, emê bi serbilindî têkoşîna xwe ya birûmet û biryardar bidomînin."
Mamoste û xwendekarên Navenda giştî ya KURDÎ-DER'ê li ber avahiya KURDÎ-DER'a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rêveber, mamoste û xwendekarên KURDÎ-DER'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de sloganên "Bê ziman jiyan nabe" hat berzkirin. Rêveberê Navenda KURDÎ-DER'ê Rifat Ozturk daxuyanî xwend. Ozturk bertek nîşanî binçavkirin, girtin û zextên li ser KURDÎ-DER'ê da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê piştî ku tiştê hêvî dikir, li bajarê Kurdan bi dest nexist û di hilbijartina herêmî ya 29'ê Adara 2009'an de têk çû, ji bo ku têkçûna xwe veşêre, di bin navê operasyonên KCK'ê de di 14'ê Nîsana 2009'an de dest bi operasyonên qirkirina siyasî kirin."
Oztuk, destnîşan kir ku hemû beşên civakê yên ku wekî Hikûmeta AKP'ê û Erdogan nafikirin, bûne hedefa operasyonên AKP'ê û ji hemû beşên civakê kesên pêşeng hatin binçavkirin û girtin. Ozturk da zanin ku li aliyekî dibêjin 'Li pêşiya zimanê Kurdî tu bend û astengî nînin' lê ji hêla din ve di derbarê şaxên KURDÎ-DER'ê yên Îzmîr û Wanê de bi hincetên bêbingeh dozan vedikin û wiha pê de çû: "Di encama van operasyonan de serokê şaxa me ya Cizîrê Bahattîn Yagarcik, serokê şaxa Mêrsînê Ahmet Gegez, hatine girtin, serokê şaxa Edeneyê Îsa Bûlût û gelek rêveber û xebatkarên şaxên KURDÎ-DER'ê hatin binçavkirin. Herî dawî jî rêveber û mamosteyê Navenda Giştî ya Komeleya me, M. Salîh Yalçinkaya di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de bi hinceta ku dersa Kurdî daye, hatiye girtin"
Ozturk, helwesta hikûmeta AKP'ê rexne kir û wiha got: "Heke ev pêkanîn ne cudakarî ye, çi ye? Em ji hikûmeta AKP'ê û rayedarên dewleta Tirkiyeyê dipirsin 'Ligel ku li vî welatî ji 50 hezarî zêdetir dibistan, ji 500 hezarî zêdetir mamoste û bi milyonan xwendekarên zimanê tirkî hene, gelo heta niha ji bo dersdayîn û dersdîtina zimanê tirkî di derbarê çend mamoste û xwendekaran de doz hatine vekirin û hatine girtin"
Ozturk, herî dawî bang li hikûmeta AKP'ê kir û wiha got: "Em bang li HikûmetaAKP'ê dikin û dibêjin, ji bo ku hûn jî wekî hemû rêvebir û rayedarên welatên ku qedexe, zext û pêkutiyên li ser zimanê gelan pêk anîne, bikaribin ji bin bar û gunehê vî sûcê mirovahiyê rizgar bibin, divê demek berî ya din, hûn jî ji gelê Kurd lêborînê bixwazin."

ANF/AMED