Eger sîstema serokatiyê ya li gorî dilê Erdogan pêk were, wê êdî ji bo Tirkiyeyê tî carî behsa demokrasiyê neyê kirin."

Koordînatora Tirkiyeyê ya Amnesty International a Swîsreyê Maya Heuschmann şerê Erdogan û AKP'ê ji bo desthilatdariya xwe li Kurdistanê dimeşînin û aliyên vî şerî yên mafên mirovan, ku gelê sivîl di vî şerî de ji aliyê leşker û polîsan ve tên qetilkirin, ji ANF'ê re nirxand.


'Dewlet serî li zext û şîdetê dide'

Heuschmann got, piştî Erdogan û AKP'ê welat ji nû ve xistin nava rewşeke şer, weke Amnesty International wan kuştina sivîlan a di vî şerî de lêkolîn kirine û weha peyivî: "Li gorî agahiyan û li gorî encamên lêkolînên me; dewlet li herêmê ji nû ve serî li zext û şîdetê dide."

Heuschmann da xuyakirin ku nayê qebûlkirin Erdogan ji ber têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de welêt ber bi şer ve bibe û destnîşan kir ku eger sîstema serokatiyê ya li gorî xewn û xeyalên Erdogan bi cih were anîn, wê êdî ti carî ji bo Tirkiyeyê qala demokrasiyê neyê kirin. Heuschmann got, "Ti aliyê hiqûqî û qanûnî nîne ku Erdogan ji bo sîstema serokatiyê ya li gorî dilê xwe, welêt ji nû ve bixe nava şer."


'Hiqûqa şer tê binpêkirin'

Heuschmann got, Tirkiye bi êrîşên li hemberî gelê sivîl û komkujiyan sivîlan li Kurdistanê re, Hiqûqa Şer a Cenevreyê ya Navneteweyî bi awayekî eşkere binpê dike û destnîşan kir ku divê êrîşên dewletê yên li hemberî gelê sivîl tavilê bê sekinandin. Heuschmann ragihand ku saziyên mafên mirovan ên navneteweyî di şerê diqewime de zêde nabin xwedî bandor û got, "Wezîfeya me ya herî girîng, lêkolîna binpêkirinên mafên mirovan ên li wê derê ne. Piştre em encamên lêkolînê hem pêşkêşî raya giştî dikin hem jî pêşkêşî hikûmetên welatan dikin û dixwazin bala wan bikişînin ser mijarê. Em lêkolînên xwe pêşkêşî rayedarên Tirkiyeyê bikin jî, rayedarên hikûmeta heyî li ber çavan nagire."


'Dibe ku NY hêzên aştiyê bişîne'

Heuschmann diyar kir ku li hemberî şerê li Kurdistanê diqewime Neteweyên Yekbûyî (NY) dikare bikeve nava tevgerê û hêzên xwe yên aştiyê bişîne. Heuschmann got, "Eger NY bixwaze dikare yekser bikeve nava tevger û hin hewldanan. Xuyaye NY polîtîkayeke welê dimeşîne ku mîna li derveyî vê meseleyê ye û dixwaze demekê ji derve ve lê binihêre."


'HDP ji bo paşerojê derfeteke mezin e'

Heuschmann diyar kir ku piştî hevdîtinên aştiyê yên demeke dirêj ji nû ve destpêkirina şer, parêzvanên mafên mirovan xistiye nava şoqê û got, "Weke yên li dijî şer, aştiyê dixwazin, em ne li benda ji nû ve destpêkirina vî şerî bûn. Li dijî şerxwazan, têkoşîna HDP'ê ya ji bo aştiyê, ji nû ve hêviyê dide me."

Heuschmann meşa HDP'ê ya li ser bûyer û qewimînên li Cizîrê da destpêkirin şiband meşa azadiyê ya Martîn Lûtter Kîng û anî ziman ku HDP ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê şenseke mezin e.


'Divê Ewropa bibe çavdêr'

Heuschmann hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê jî bibîr xistin û got, hilbijartinek di şert û mercên şer de wê ne demokratîk be. Heuschmann da xuyakirin ku rewşa heyî de mirov nikarin bi awayekî azad biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin û got, "Eger Erdogan ji bo desthilatdariya xwe biryar dabe ku welêt ji nû ve bixe nava hilbijartinê, hingî rê û rêbazên ewlekariya vê yekê cihê tirs û fikaran e."

Heuschmann bang li Konseya Ewlekariyê ya Ewropayê kir ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de weke çavdêr li Tirkiyeyê be û got, "Divê em hêviya xwe ya ji bo aştiyê ti carî winda nekin. Pêwîste ji bo hatina aştiyê em têkoşin."


SERKAN DEMÎREL/ANF/BASEL