
Nivîskar û lêkolîner Fotî Benlisoy, geşedanên li Sûriye û helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî van geşedanan nirxand. Benlîsoy, anî ziman ku êdî vegera rejîma Esad tune û têk çûye. Benlîsoy, da zanîn ku Tirkiye geşedan û pêşketinan temaşe nake û dixwaze mudaxale bike û bi teşe bike û wiha got: "Gog zêde li per piyê wan nema. Siyaseta Tirkiye ya derve di nava qirîzek mezin de ye. Kurdistana Başûrê Biçûk ji bo polîtîkayên Tirk ên derve kirîza mezin e. Travma ye.
Li Sûriyeyê 16 mehin li dijî rejîm û rêveberiya Beşar Esad şer û pevçûn heye. Di van şer û pevçûnan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kesan jî mal, gund û warê xwe terk kirin û koç kirin. Di 18'ê Tîrmehê deli dijî avahiya Ewlehiya Neteweyî ya Şamê êrîşa bi bombe pêk hat û di êrîşê de 2 wezîrên girîng yên Rejîma Esad hatin kuştin. Ev yek wekî sînorê şikandinê hate nirxandin. Piştî bombekirina li Şamê di navbera Artêşa Azad a Sûriyeyê û Rejîma Esad de pevçûn derket. Esad yekem car li dijî muxalifan bombe û balafir bikar anîn. Piştî van bûyeran Kurdên li sûriyeyê jî serî hildan û rêveberiyên bajarên Kurdan desteser kirin. Kurdên Sûriyeyê diyar kirin ku di çarçoveya XWeseriya Demokratîk de dê xwe bi xwe bi rêve bibin. Pişre Kurdan Efrîn, Kobanî, Amûdê û bajarên din bi dest xistin. Li ser van geşedanan Nivîskar û lêkolîner Fotî Benlisoy nerînên xwe anîn ziman. Benlisoy, li ser helwest û polîtîkayên DYA, Tirkiye, Rûsya û welatên din ên li dijî Sûriye û Kurdan tên meşandin nirxand.
'Êrîş ji bo Sûriyeyê bû rojek dîrokî'
Fotî Benlisoy, destnîşan kir ku piştî di 18'ê Tîrmehê de li Şamê teqîn pêk hat gelek kesan got 'Ev bûyera dawî ye an destpêka dawiyê ye?' pirsine û wiha got: "Ev êrîş ji bo Sûriyê rojek dîroki ye. Li ser rejîmê bandorek derûnî heye. Ji bo Esat windakirina 2 kesên wisa girîng şikandina rejîmê ye. Êdî rêjîm Esat bi kuştina 2 wezîran şikest. Li navenda Şamê 6-7 rojan şerê gelek dijwar pêk hat. Li Helebê pevçûnên dijwar pêk hatin. Ji bo Sûriyeyê tiştê herî zêde nişandan rêje û hevsengiya leşkeryê ye. Dema em hêza leşkerên rejîmê û hêzên muxalif tînin hemberî hev, em dibînin ku hêj hêza leşkeriyê serdest e. Hêzên muxalif bi çekên sivîk şer dikin. Heta ku artêş perçe nebe rejîn zû bi zû hilnaweşe. Ji ber vê yekê hevsengiya li Sûriyeyê hinekî girêdayî perçekirina artêşa Sûriyeyê ye. Lê dîsa em dikarin bêjin di vê pêvajoyê de Rejîma Esat darbeyek mezin xwar."
Benlisoy, destnîşan kir ku gelek welatên derve yên wekî DYA, Rusya, Katar, Erebîstana Siûdî, Îran û Tirkiye dixwazin li ser berjewendiyên xwe mudaxaleyi Suriyê bikin û sûdê ji qeyrana Sûri bigirin û wiha got: "Surî ji bo Îranê welatekî muhîm e. Lê ji bo Rûsyayê ne wisa ye. Ger ku hin tişt bê guhertin Rûsya dê xwe paşve bikişîne. Her kes dixwaze li gorî berjewendiyên xwe Sûriyeyê bikar bîne û bi teşe bike.
'Kurdistana Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê erdhej e'
Benlisoy, destnîşan kir ku Tirkiye van geşedanan weki "Bihara Ereban" dinirxîne dixwaze van geşedanan li gorî webi teşe bike. Benlisoy, bilêv kir ku Tirkiye jî dixwaze li ser pişta vê pêlê suyar bê û wiha got: "Reşwa Tirkiye û Sûriyeyê wekî "Qral ji qiral qiraltir e" Li aliyekî xwekî xwediyê Sûriye xwe nîşan dide, li aliyê din ji bo Sûriye hilweşe di nava hewldanan de ye. Lê ji ber polîtîkayên şaş Polîtikaya Tirkiye ya derve ji ber Kurdistana Başûr di nava travmayê de ye. Di 2003'an de DYA'yê Iraq îşgal kir. Piştî ku li Iraqê Kurdistana Başur ava bû di qada siyasî û polîtîk de Tirkiye ket nava depremê. Tiştê ku herî zêde jê ditirsiya bi rastî geriya. Ji ber vê yekê xwest li hemberî başûrê Kurdistana buçûk jî tedbîran bigire. Li şûna temaşe bike xwest mudaxale bike. Lê zêde bi ser neket. Ji ber ku siyaseta Tirikye ya derve têk çûye.
Kurdên Sûriye bûn tiqaf
Benlisoy, destnîşan kir ku hemû kurrdên Sûriye bûn tifaq û biryar dan ku êdî xwe bi xwe bi rêve bibin û wiha got: "Ev ji bo Tirkiyeyê travma ye. Kabus e. Ji ber ku êdî Rejîma Esad têk diçe. Ji niha û şûnde dê li Surî rêveberiyek çawa bê avkarin û xizmetê ji kêre bike nediyar e. Xuya ye ku dê hêzên neteweyî yên Kurd xwe bi hêz bikin. Dibe ku Tirkiye har û dînitiyekê bikin û mudaxaleyî herêmê bikin. Wê demê dê li dijî Kurdên muxalif şer û pevçûnekê bidin destpêkirin. Artêşa Azad a Sûriyeyê ne tiştekî nizamî ye. Ji hêzên cuda û kesên cuda pêk tên. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje dê helwesta wan çawa be."
Benlîsoy, destnîşan kir ku tevgera gel li Sûriyeyê xwe bi çek bike û serî lê rêya şer bide dê rîskekî mezin bi xwe re bîne û wiha berdewam kir: "Wê demê dê şerê mezhep û nijadî bi xwe re bîne. Ger ku şer û tundiya mezheban dest pê bike rê li pêşiya vê yekê nayê girtin. Ger ku êdî rejîma Sûri pûç bibe hêzên demokratîk û daxwazên demokratîk bilind bibe dê gavên erênî pêş bikeve."
Benlîsoy, da zanîn ku ewil Rejîma Esad bawer nekir ku tevgera gel dest pê bike û piştî ku tevgera gel dest pê kir û serhildan çêbûn, niha êdî tîr ji kevan derketiye û nikare rê li pêşiya van geşedan û serhildanan bigire.
DÎHA/STENBOL