
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan derbarê komkujiya Kobanê de bi ANF’ê re axivî û got ku armanca vê êrîşê ewe ku Kobanê di demke kurt de vala bikin û wiha berdewam kir: “Lê Hêzên Parastina Kobanê li hember vê yekê li ber xwe dan. Şehîd da lê berxwe da û zanî biser bikeve.”
Karayilan dazanîn ku komkujiya Kobanê ew pir xemgîn kirine û diyar kir ku divê xelkê Kobanê bizane ew êşên wan parve dikin û wiha berdewam kir: “Bila xelkê qehreman ê Kobanê xemgîn nebe. Herkes divê bizane ku xwîna şehîdên Kobanê li erdê namîne. Hesabê vê komkujiyê wek ku pêwîste dike wê were girtin. serkeftina dîsa bûye ya xelkê Kobanê.”
Karayilan destnîşan kir ku divê rêveberî û hêzên parastina Kobanê mijara ku çawa çete ketine bajêr lêkolîn bikin û derheqê mijarê de lêkolîn û lêpirsîn çêbibe.
‘Bi kordîne ketin Kobanê’
Karayilan diyar kir ku ji du aliyan ve êrîş li ser Kobanê çêbûye yek ji aliyê Tirkiyê ve, komek jî ji aliyê Cerablûs ve hatine û wiha pêde çû: “Di navbera van herdu koman de jî kordîneyek baş hebûye. Gihiştine hev û derbasî Kobanê bûne. Komek di destpêkê de xwe dighêne çiyayê Miştenûr. Komek jî ji çeteyan dixwazin deriyê Mirşîd Pinar bigirin ku ew jî dikin nakin nikarin. Ev kom di heman demê de di nava kolanan de belav dibin ku kê tê pêşiya wan li wan didin. Xwestin bi vî awayî gel bitirsînin. Berxwedan gel û hêzên YPG û YPJ ev plan vala derxist.”
Ji têkçûna DAIŞ'ê bêzar in
Karayilan bal kişand ser gefên Serok Komarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê gotibû 'Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê nehêlin li bakurê Sûriyeyê dewletek were avakirin' û ev xal destnîşan kir: "DAIŞ kengî têk diçe, vana nerazîbûna xwe nîşan didin. Ev yek bi awayekî fermî xwedîderketina li DAIŞ'ê ye. Nerazîbûna xwe ya li hemberî têkçûna DAIŞ'ê bi vî rengî tînin ser ziman. Di heman demê de nîşan didin ku çiqasî li dijî gelê Kurd in. Lli wê derê wê dewletek ava bike, lê ev dewlet wê dewleta Sûriyeya Federal-Demokratîk be. Encama herî girîng a serketina Girê Spî ew e ku rêya têkoşîna Sûriyeya demokratîk vebûye. Yanî kes li wê derê ne li pê avakirina dewleteke cuda ye. Erdogan jî vê baş dizane, lê belê dixwaze ji destwerdana xwe re hincetekê amade bike."
'Bi dijberiya Kurdan dawiya xwe tînin'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan nîqaşên li ser wergirtina biryara ketina leşkerên Tirk li Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û got, "Wergirtina biryareke bi vî rengî ewçend hêsan nîne. Ev yek wê Tirkiyeyê bi rewşên hin cidî re rû bi rû bihêle. Lê belê pêwîste vê yekê bêjim: Neyartiya Erdogan li hemberî Kurdan dike, pirsgirêkeke ku wê AKP'ê biqedîne."
Karayilan têkildarî encamên helwesteke dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê jî wiha rave kirin: "Ha dest li Kobanê werdaye, ha jî dest li Amedê. Ti cudahî di navbera wan de nîne. Bi awayekî vekirî dibêjin: Eger ew dest li Rojava werdin, em ê jî dest li wan werdin; hingî wê temamiya Tirkiyeyê veguhere qada şer. Rayedarên Tirk pêwîste di vê mijarê de bi aqilane tevbigerin, serhildana gelê me ya 6-7-8'ê Cotmehê ji bîr neke. Bi tenê Rêber Apo karîbû wê serhildana mezin a gelê me bisekinîne. Aşkera ye, ev gel wê destûrê nede destwerdaneke bi vî rengî. Ka we digotin, 'Birayên me yên Kurd'. Çima hûn ji rêveberiya xwe bi xwe ya 3 mîlyon Kurdên li Rojava aciz in? Çima hûn dibêjin 'Ji DAIŞ'ê bêhtir xetere ye'? Çima we ev komkujiya li Kobanê bi rengekî xemsarî şermezar kirin, lê di rastiyê de hûn jê kêfxweş in? Biryareke bi vî rengî ya destwerdanê wê ji bo Tirkiyeyê bibe biryareke stratejîk. Ji bo gelê Kurd jî wê bibe destpêka serdemeke nû. Di vî warî de em ê li ber kesî negere. Ew û kêfa xwe. Eger bikin, bê guman wê gelê Kurd, em ê jî hin tiştan bikin."
'Wezîfeya lezgîn azadiya Rêber Apo ye'
Karayilan bal kişand ser kampanyayên di dema dawî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û got, "Wezîfeya herî girîng û lezgîn a têkoşîna me, pêkanîna azadiya Rêber Apo ye."
Karayilan herî dawî, di salvegera 19. a çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) û salvegera 22. a qetilkirina rewşenbîr û hunermendên Elewî li Otela Madimak a Swêwasê, hemû cangoriyên têkoşîona azadiyê û lehengên di oxira Kurdistana Azad û pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê de canê xwe dane, bibîr anî.
DENÎZ KENDAL/ANF/BEHDÎNAN