
Endamê Koosdînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Husên Çawîş ragihand ku li hemberî şoreşa azadiya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê şereke çapemeniyê tê meşandin û destnîşan kir ku ev şerê taybet bi pêşengiya dewleta Tirk û dostên wê pêk tê. Çawiş destnîşan kirk u dewleta Tirk hewl dide ku şer û nakokî têxe navbera Kurdan û Artêşa Azad a Sûriyeyê.
Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hin çapemeniyên herêmê û bi taybet jî çapemeniya Tirk êrîşê şoreşa Kurdan li rojavayê Kurdistanê dike. Çawiş destnîşan kir ku mixabin hin dezgehên çapemeniyê yên Kurdan jî weke rejîma Tirkan tevdigerin û dijminahiya Kurdan dikin. Çawiş bal kişand ser xebatên Kurdan ên ji bo azadiyê û bi bîr xist ku Kurd niha li bajarên Kobanê, Efrîn, Dêrik û Amedê xwe bi xwe bi rê ve dibin.
Çawiş got; “Niha jî çend dezgehên ragihandinê yên Kurdan bi awayeke yekser an jî ne yekser, dijberiya pêngavên ji bo Xweseriyê dikin û naxwazin Kurd xwe li rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin. Gelê Kurd niha li bajarê Kobanî di asteke bilind de sîstema xwerêveberinê damezrandiye û li bajarên Efrîn, Dêrik û Amûdê jî di encama hewldanan de encamên baş hatine bidestxistin."
Husên Çawiş diyar kir ku gelê Kurd bi vîna xwe bajarên xwe parastiye û rê li ber aloziyan girtiye. Çawiş wiha berdewam kir; “Hin kes û alî hene ku ne pêwîst e em navên wan aşkere bikin, bi helwesta çapemeniya hikûmeta AKP’ê nêzîkê rewşa rojavayê Kurdistanê dibin.”
Dewleta Tirk naxwaze derfet bikeve destê kurdan
Endamên Koordînasyona TEV-DEMê Çawiş bal kişand ku hin alî dixwazin nakokî û alozî têxin navbera Kurdan û Ereban û got; “Li çapemeniya dewleta Tirk binêrin, wisa nîşan didin ku xelk dibêje qey li Sûriye û rojavayê Kurdistanê şerek di navbera Kurdan û Ereban de heye. Dewleta Tirk bi tu awayî naxwaze firsendeke wiha dîrokî bikeve destê gelê Kurd û vê yekê jî weke xeteriya herî mezin li hemberî xwe dibîne. Lê mixabin hin dezgehên ragihandinê yên herêmî û çend kesayet bi zimanê çapemeniya Tirk nêzîkê rewşa rojavayê Kurdistanê dibin û dijberiya avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk ya gelê Kurd dikin.”
Çawiş destnîşan kir ku; "hin alî û derdor ji destpêkê ve naxwazin ku gelê Kurd sîstema xweseriyê bi dest bixin, lê piştre diyar bû ku tu hêzek nikare pêşî li girseya gelê Kurd bigire. "
Çawiş îdîayên çapemeniya Tirk ên der barê PKK’ê ku dibêje PKK’ê û rejîma Sûriyeyê li hev kirine, ji ber wê ev bajar ketine destên Kurdan, derwand û û diyar kir ku gelê Kurd li bajarên Kobanê, Efrîn, Dêrik û Amûdê bi vîna xwe ya azad rêveberiyê bi dest xistiye. Çawiş got; “Ev îdîayên wiha, propangandaya dijminên gelê Kurd e li hemberî gelê Kurd. Heta niha gelê Kurd şer nekiriye, tu tundî li hemberî tu baregehek de pêk neaniye. Gelê Kurd bi zextên siyasî bi ser baregeh û dezgehên Baasî de girtine. Kurdan bi temamî bi rêbazên aşitiyane û dest danîne ser rêberiyên van cihan. Weke min got, ji destpêkê ve hêzên rejîmê nedixwestin gelê Kurd bibe xwedî vîneke siyasî, lê êdî tu kes nikare îradeya gelê Kurd kontrol bike. Bi hewldanên xwe ber bi pêş ve diçe, ger pêwîst bike, gelê me weke li Qamişlo û Dêrikê jî qûrbanan bide.”
Çawiş got ku hêzên wan heta niha berê çekan nedane tu sivîlan û ragihand ku ew bi tu awayî destûra vê yekê nadin. Çawiş bal kişand ser Peymana Hewlêr jî û diyar kir ku ew bi her awayî dilsozê vê Peymana Hewlêrê ne û ew ê li gorî vê peymanê tevbigerin. Çawiş got; “Lê divê were zanîn gelê rojavayê Kurdistanê ji ber pêkneanîna hin xalên peymanê di pratîkê de, rexne li aliyê din ê peymanê dike.”
Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê keyfxweşî û dilxweşiya xwe ya ji bo bilindbûna ala Kurdan li rojavayê Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku ew tu cûdahiyek naxin navbera tu rengan.
SÎPAN KOÇER / ANF/BRUKSEL
Ji KNK’ê banga têkoşînê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî şoreşa gelê Kurd ya li Sûriyeyê silav kir û xwest Kurdên li derveyî herêmê, yên li Şam û Helebê jî beşdarî pêvajoya, “Sûriyeke Demokratîk û Kurdistana Xweser” bibin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku di vê pêvajoya dîrokî û dizaynkirina nû ya Rojhilatê Navîn de, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê gavên dîrokî avêtin û ev tişt got: “Bêguman ev gavên dîrokî, piştî têkoşîna gel ya bi deh salan û berdêlên giranbiha pêk hatin. Lewma destkefiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dîrokî ne û pêwiste werin parastin.” KNK diyar kir ku ew weke KNK, gelê Rojavayê Kurdistanê û destketiyên wan bi dilsozî destek dikin û bang li tevahiya hêzên Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku gelê Rojavayê Kurdistanê destek bikin.
KNK'ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo serkefinek mayînde û rewşeke demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, pêwiste gelê Kurd, bi gelên wek suryanî-keldanî, ermenî, dreb û hwd. re têkildar be û havkariyê bike. KNK destnîşan kir ku pêwiste ev gel jî ligel gelê Kurd cih bigirin û di têkoşîna jiyanek hevreyî û azad de têkoşînê bikin. KNK ev tişt got: “Îro dibin pêşengiya gelê Kurd de, zincîr û leleyên koletiyê têne şikandin û rewşeke demokratîk û azad tê bidestxistin. Lewma pêdivî bi hevkariyek pir hêlî heye. Îradeyek siyasî û bi hêz û rewşeke demokratîk jî, dikare li ser bingeha hevkariyek dilsoz û demokratîk werê ava kirin.”
KNK'ê bal kişand li ser destpekftiyên li Rojavayê Kurdistanê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwiste werê zanîn ku dijminên kronîk yên gelê Kurd û Kurdistanê, pûtperestiya netewparêziyek hişk dikin û li dijî gelên li Kurdistanê teva şer dikin. Mixabin hinek hêzên li Sûriyeyê jî, dikevine davika dijmin. Êrîşên li dijî gelên Rojava jî, bi vî rengî û li dijî tevahiya gelên herêmê têne kirin. Herî dawî Dewleta Tirk ku putperestiya tirkitiyê dike, bi ragihandin û nûçeyên derew dixwaze têkoşîna gelên li Rojavayê Kurdistanê reş bike û bingeha dagirkirina herêmê amade bike. Divê gelê Kurd û gelên din yên li Rojavayê Kurdistanê, vê rastiyê bibînin û li dijî dagirkeriya hêzên putperest, li dijî hêzên faşîstên hundir, ligel gelê Kurd cihê xwe bigirin.”
KNK'ê diyar kir ku divê were zanîn ku gelê Kurd jî, gelên din jî hîna di destpêkê de ne, riya serkefinê hatiye bidestxistin û dînamîkên şoreşger di vê riyê de meşa xwe ya gihiştina azadî û aştiya mayînde berdewam dikin û ev tişt lê hat zêde kirin: “Di vê riya serketinî de, pêwîste gelê me zanibe ku rêveberiyeke adîl, wekhev û azad, bi beşdariya gelên din yên herêmê re û kontrola şoreşger, îradeya xwe mayînde bibe.”
KNK'ê herî dawî diyar kir ku ew wekî KNKê, careke din bang li gelê Kurd û gelê din yên li herêmê dikin ku, beşdarî rêvebiriyên bajaran bibin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ciwanên gelên cûda jî bi ciwanên gelê Kurd re, di parastina rewa ya destkefiyan de, aktîf cihê xwe bigirin. Dîsa Kurdên li derveyî herêmê, yên li Şam û Helebê jî bi dilsozî tevlî nava refên gelê xwe bibin û pêvajoya, “Sûriyeke Demokratîk û Kurdistana Xweser” destek bikin. Pêwiste her Kurd, her sazî li gorî peymana navbera Kurdan haraket bike û gelên din jî tevlî yekîtiya xwe bikin.”
ANF/BRUKSEL