Ewilî bûyerek... Bûyer li Kurdistanê, li ser navê Kurdistanê diqewime... Li gundekî, keçiçek tê dinyayê. Dê û bavê wê keçikê, ji bo ku ji keçikên xwe re navek deynin, biryarekê didin: Dibêjin bila nava keça me "Kurdistan" be. Bav radibe diçe melela nifûsê ya li qonaxa Qeymeqamtiyê... Berpirsiyarê daireya nifûsê, bi awayekî mecbûrî ew navê "Kurdistan" ji keçikê re dinivîse, lê piştre (an bi xwe ditirse an jî ber destbikêriyê) xwe digihîne ber derê dadgehê û giliyê bavê Kurdistan, bavê keçikê dike. Piştî gilî li dijî malbatê ji bo nava "Kurdistan" doz tê vekirin.

Heya vê derê, her tişt asayî dixuyê. (Di rastiyê de wisa ye, lê em weke asayî bihesibînin. Di hişmendiya wî midurê daire ya nifusê de jî barê birdoziya desthilatdariyê ya sedan salan heye, lê dîsa jî mirov dikare bêje pirsgirêkên ku heya vê derê qewimîne, pirsgirêkên kesan e.) Lê gava ku doz tê vekirin, ji wê demê şun ve, buyerên bi bandor li pêy hev rû didin. Dadgeha dozê, ji kesekî tiştekî napirse û bi serê xwe biryarekê dide. Dibêje, "Ev navê Kurdistan, di nav her beşên civaka Tirkiyeyê de weke navake asayî nayê hesibandin, wê mirov li hemberî vî navî eciz bibin, ji ber wê jî bila nava keçikê bibe "Helîn"...
***
Di destpêkê de em tiştekî tespît bikin; ev çend salin ku li Kurdistanê şerekî dijwar, şerekî qirêj, şerekî derveyî mirovahiyê didome û di vî şerî de çend hezar jin û xortên Kurd, bi hezaran camêrên welatparêz, ji her welat û netewî çend şoreşgerên nemir jiyana xwe ji dest dane, temamî ev şer, ji bo qewirandina hişmendiya dagirkeriyê, mêtingeriyê ye. Ev bûyer jî nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê ya navê Kurdistanê an hebûna al û dezgehên Tirkiyeyê ye, pirsgirêka bingehîn, fikr û hişmendiya dagirkeriyê bixwe ye.
Yanî dadgehekî wisa, hişmendiya hiqûqekî wisa ku ne tenê navên ku tu li zarokên xwe bike red bike, ev jî bes nabîne û ew bi xwe nav li zarokê te dike. Dibêje, ez dagirkerim, ez xwedî te me, ez xwedî axa te, xwedî mala te, xwedî hiş û aqilê te, ez xwedî zarê te me û ez dikarim li ser zarokên te jî xwedî maf bin, heta ji bo lêkirina navê wan jî ez dikarim xwedî biryar bim. Gava ku ew dadgeh biryar digire û dibêje navê Kurdistan nabe, ew tê wê wateyê ku, ji Kurdan re dibêje, "tu nabî"...
***
Em bi nêrîneke din jî vê bigirin dest. Bi wesîleya vê bûyerê, weke mînak em bêjin desthilatdariya temamî vê erdnigariyê, tevî rêvebertiya bajarên Tirkan jî di destê Kurdan de be. Em bêjin li bajarê Manîsa, hemwelatiyekî navê kurikê xwe bike "Öztürk..." Ew bûyer, wek dozek biçe dadgehê û dadgeh jî biryarek bigire ku ew navê "Ötüken" lê bike. Ez bawerim Tirk hemû rabin ser piyan û di rojekî de wê dadgehê ji holê rakin. Lê dîsa jî îro Kurd, bi sebr, di rêya çareseriyê de dimeşin û bi vî rengî nêz dibin.  Ew bûyera navê "Kurdistan" jî ne yek e, ne sed e, mînakên bi vî rengî bi tonan e.
Ev hişmendiya dagirkeriyê, bi biryargirtina li ser navê  Kurdistanê, di heman demê de nijadperestiya xwe, bêtahammuliya xwe, pozmezintiya xwe, mafnezantiya xwe, ji her tiştî wêdetir jî dermirovahiya xwe nîşan da. Ji ber wê jî em dikarin bêjin tekoşîna şoreşa Kurdan, ne tenê ji bo mafên Kurdistaniyan, di heman demê de ji bo her kes û her mejiyê, bilindkirina hişmendiya însaniyetê bixwe ye. Navdanîn, ji bo zarokan jî be, ji bo erdan, ji bo zevî û heywanan jî be, mafê her kesan e. Yên ku vê yekê qebûl nekin û qayîl nebin, ew ji kesayetiya însanan bixwe neqayîl in. Ew bixwe jî nikarin bibin xwedî kesayetek…
***
Mêjiyê dagirkeriyê, hişmendiya mêtingeriyê ev hişmendî ye. Mijara şer, mijara şoreşê jî sekneke li dijî vê hişmendî bixwe ye. Ji ber ku dagirkeriya ku li Kurdistanê sedan sale cilê xwe raxistiye erdê, ne weke dagirkeriyên din e jî, li Kurdistan dagirkeriyeke hişk, dîrokî, tund, dagirkeriyeke ji her dagirkeriyê wêdetir derînsanî, dermirovî, derexlaqî heye, naşibe tu tiştî. Taybetmendiya PKK û tekoşîna tevgerê jî ji vir tê, li himberî hişmendiyeke wisa bêhempa, hewce bû ku tekoşîneke bêhempa were danîn.
Bi vê sedemê careke din em şêhîdên 14'ê Tîrmehê jî bibîrbînin, ji ber ku bi xêra wan şêhîdan, weke mîrat, îro di serê Kurdan de hişmendiyeke redkirina mêtingeriyê ava bûye. Kurdistan ji berê ve navê dayikê bû, bi xêra wan şêhîdan îro jî bû navê keçikê.