Kurd li zimanê xwe xwedî derdikevin
War, anî ziman ku ji ber êdî Kurd li zimanê xwe xwedi derdikevin û wiha got: "Kurd êdî li zimanê xwe xwedî derdikevin. Li ser ziman lêkolîn û lêgerîne dikin. Niha ji bo zarokan lêkolîn û lêgerînen me hene. Hêzên serdest her tim ji bo Kurdan asîlîme bikin û ji ziman dûr bixin di n ava hewldanan de ne. Lê Kurd li gel hemû zext û êrîşan dîsa li zimanê xwe xwedî derdikevin. Divê nivîskarên Kurd ji bo zarokên Kurd çîrok, helbest û berhemên din amade bikin. Em jî wekî weşanên AVA projeyan amade dikin. Em li ser destanên Kurdî ji bo zarokan lêkolîn dikin. "
War da zanîn ku eleqeya li hemberî weşanên Kurdî hêza wan û heviya wan a ji bo Kurdî xurttir dike.
ANF/EDENE