
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) biryara xespkirina Dêra Mor Gabrîel ya ji aliyê Dadgeha Tirk ve şermezar kir û got; “Divê were zanîn ku, KNK wê bi her awayî, dibin her cûre şertan de mafê gelê Sûryanî biparêze û piştgiriya parastina mal, maf, çand, ziman, nasname, pîrozî û nirxên gelê Sûryanî bike.”
KNK’ê got; “Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê, careke din da xuyakirin ku, ew dijminê gelan e û di vê zihniyet tunekirina gelan de bi israr e. Ji bo dijminatiya gelan û pratîze kirina zihniyeta inkar û tunekirinê jî sînoran nas nake. Di nava 10 salên desthilatdariya AKPê de, eşkere bû ye ku, armanca wê jî ne aşitî, ne demokrasî, ne parastina çand, gel û baweriyên cûda ye.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê diyar kir ku dewleta AKP’ê, herî dawî zevî û daristanên Morgabriel xesp kirin û wiha domand; “Mor Gabrîel, yanî Dêr Emer, wargeheke dînî ya gelê Sûryanî ye û ligel gelê Sûryanî weke Qutsa duyemîn tê naskirin.”
Kiryarên kirêt hatin meşandin
Di daxuyaniya KNK'ê de hate ragihandin ku kirinên dewleta Tirk ên kirêt tevahiya dîrokê dom kirin wiha hate gotin: ; “Komara Tirkiyê, ji destpêkê û heta îro li hemberî Mor Gabrîel serî li kiryarên kirêt û tunekirinê dide. Pêşî bi riya gundî û axayên tekildari dewletê xwestin ku zevî û daristanên Mor Gabrîel xesp bikin, lê encam ne girtin. Piştî AKP bu desthilatdar, êrîşên li dijî Mor Gabrîel dijwar bûn û ji bo xespkirina ayingeha gelê Sûryanî, riyên cûda hatin ceribandin. Herî dawî Wezareta Karên Daristan û Gundan, dest avête mijarê û zevî, daristan û malê Mor Gabrîel xesp kirin. Mor Gabrîel, ji sala 1935’an vir ve bac û bêşa van zevî û daristanan dide. Lê Dadageha Bilind ya Komara Tirkiyê bi biryareke siyasî, nokta dawî danî ser xesp kirina malê Manastira Gelê Sûryanî. "
'Berdewama tevkujiyê ye'
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) biryara xespkirina Mor Gabrîelê mîna berdewama tevkujiya li ser Asûriyan binav kir û wiha rawe kir: "Pêwiste were zanîn ku, biryara Dadgeha Bilind siyasî ye û berdewamkirina qirkirina gelê Sûryanî ya salên 1915an e. Ev biryar jî bi tu rengî, bi tu awayî meşrû nabe. Hewldan û kiryara Wezareta Karên Gund û Daristanan jî zihniyeta inkar û tunekirinê ye û berdewama faşîzma hişk ya Îttîhad-Terakîyan e.
Êdî aşkere bûye ku, Dewleta AKPê bi vê zihniyeta faşîzan ya Îttîhad-Terakî tevdigere. Zihniyeta inkar û tunekirinê jî, bi kiryar û rêyên cûda dimeşîne. Geh faşîzma reş li kolanan dike pratîkê, geh riyên dadê bikar tîne û kiryarên xwe qaşo meşru dike. Baş tê zanîn ku qanunên Tirkiyeyê, nijadperestiya dagirkerî û zihniyeta yek-yekan diparêzin, hebûna gelan, kultur û baweriyên cûda qebûl nakin. Xesp kirina zevî û daristanên Mor Gabrîel jî mînaka vê rastiyê ye."
'Biryar meşrû nabe'
KNK'ê destnîşan kir ku biryar nayê xebûl kirin û bi van gotinan destnîşan kir ku ji bo mafên Sûryaniyan wê têkşînê bidomîne: "Bi vê mebestê Biryara Dadgeha Bilind ya li dijî Mor Gabrîelê siyasî ye û encama zihniyeta metîngeriya Tirkîtiyê ye. Ev biryar bi tu rengî û tu awayî meşrû nabe û nayê qebûl kirin. Em weke KNK, biryara xespkirina zevî û daristanên Mor Gabrîel-Dêr Emerê, siyasî dibînin û bi tundî şermezar dikin. Divê were zanîn ku, KNK wê bi her awayî, dibin her cûre şertan de mafê gelê Sûryanî biparêze û piştgiriya parastina mal, maf, çand, ziman, nasname, pîrozî û nirxên gelê Sûryanî bike.”
ANF/BRUKSEL
Salvegera Asûriyan hat pîrozkirin
Rêxistina herî kevnar a gelên Asûrî-Sûryanî-Keldaniyan, Rêxistina Demokratîk a Asûriyan, 55’emîn salvegera xwe bi civînekê li navçeya Södertälje ya paytexta Swêd Stockholmê pîroz kir. Civîna ku li Dêra Ortodoks a Suryaniyan hat lidarxistin nêzî 150 kes beşdar bûn, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya bindestan jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Helbestvanên navdar ên Suryaniyan Touma Yousef ve Arbelina Kanoun helbest xwendin, hunermendên Sûryanî Ninib Abdellahad Lahdo û Îlono Danyo stranên Sûryanî gotin û nunerên gelek rêxistinên demokratîk ên li Rojhilata Navîn beşdar bûn.
Nunerê Swêdê yê Rêxistina Demokratîk a Asûriyan Saît Yildiz, di civînê de axaftinek kir û bûyer û geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand. Yildiz bal kişand ku divê Asûriyên Sûriyeyê ji bo bigihin mafên xwe, bi gelên dên Sûriyeyê re hevkariyê bikin.
Saît Yildiz piştî civînê axivî û diyar kir ku li hemberî Pan Arabizma ku bi armanca asîmlekirina Asûrî û Kurdan hatibû pêşxistin, ji bo parastina mafên gelê Sûryanî ev rêxistina wan hatiye avakirin.
Yildiz diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê hemû gelên li herêmê bi hev re weke bira bijîn. Yildiz got ku ji ber vê jî wana weke Rêxistina Demokratîk a Asûriyan beriya 4 mehan bi Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê de peymanek mor kirine. Bal kişand ku ev peyman dê lihevnekirinên di nava her du gelan de ji holê rabike û dê nêzîkê hev du bike.
STOCKHOLM