Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, li ser grevên birçîbûnê yên bêdem-nedorveger ên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KONGRA GEL diyar kir ku di çarçoveya plana têkbirinê ya tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî de, ku li dijî gelên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê tê meşandin, li zindanan jî li dijî girtiyên azadiyê zexteke ji pêkanînên faşîzma 12'ê Îlonê girantir, tê kirin û mafên mirovan tên binpêkirin.
'Daxwazên wan ên gelên Kurdistanê ne'
Di dewama daxuyaniyê de Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL got, "Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, şerê topyekûn ê li hemberî gelên me û zilma li zindanan, greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger a di 15'ê Sibatê de li girtîgeha Îzmîr-Alîaga-Şakranê bi girtiyên azadiyê dest pê kir, li Enqere-Sîncanê û hemû zindanên din belav bû. Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Şakranê, di roja 52. (îro 53 ye) de ye. Çalakgerên greva birçîbûnê ketine qonaxeke xeter."
KONGRA GEL berxwedana zindanan bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Çaran, Hayrî, Kemal, Akîf û Alî Çîçek a salên 80'î bi bîr xist û got, "Niha jî, li dijî komkujî û zilma ku dewlet li her qadê li dijî gelê me dike, berxwedana li zindanan vê kevneşopiyê didomîne.
Berxwedêrên zindanan dixwazin; tecrîdkirina Rêber Apo were rakirin, dest ji konsepta şer bê berdan, ji bo çareseriyê bi Rêber Apo re li dora maseyê were rûniştin û dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan were anîn.
Ev daxwaz di heman demê de daxwazên hevpar ên gelên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê, divê her kesê daxwaza azadî û demokrasiyê dike, li pişt van daxwazan be, ji bo destekê bidin berxwedêrên zindanan li her warî konan vede, grevên birçîbûnê bike, çalakiyên rûniştinê li dar bixe û bi van çalakiyên xwe yên cihêreng dengê berxwedêrên zindanan bigihîne raya giştî ya cîhanê."
'Li dijî faşîzmê li ber xwe bidin'
Dîwana Hevserotiaya KONGRA GEL îşaret bi berpirsiyariya exlaqî ya Kurdistaniyên li Ewrûpa, Awûstralya, Kanada, Emerîka, Federasyona Rûsya, Japonya û li herêmên din ên cîhanê kir û wiha dewam kir: "Pêwîst e neyê jibîrkirin; ew li zindanan bi rîska li ser bedena xwe, li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Em weke mirovên li derve, divê hê bi berprisyarî rabin. Bi xurtkirina berxwedanê em dikarin faşîzmê têk bibin. Pêwîst e em bi şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin' li her cihî berxwedanê geş bikin û xwedî li hevrêyên xwe yên di grevên birçîbûnê yên bêdem-nedorveger de, derkevin."
NAVENDA NÛÇEYAN