Piştî Serokê Koma Sosyalîst a PE’yê Martin Schulz roja sêşemê bû seroê PE’yê, komê ji bo hilbijartina serokê xwe yê nû hilbijartin pêk anî. Di encama hilbijartina li Strasbourga Frenseyê pêk hat de Hannes Swoboda bû serokê nû yê komê.
Hannes Swoboda piştî hilbijartinê brîfîngek ji çapemeniyê re li dar xist û got; “Em weke Koma Sosyalîst a PE’yê, me ji desthilatiya AKP’ê çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadiya ramanê hêvî dikir, lê bûyer û pêşketinên diqewimin, vê yekê berovajî nîşan didin.”
Swoboda got; “Em ê weke Koma Sosyalîstan her tim li aliyê derdorên pêşketî, yên tekoşîna mafê mirovan dikin, Kurda û parêzvanên mafê mirovan ên lI Tirkiyeyê bin.”
Swoboda bal kişand “Divê xweserî jî, perwerdeya zimanê zikmakî û siyasetkirin weke mafên Kurdan bêne dîtin” û diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi makezagoneke ku mafê piranî û hemû rengîniyan diparêze heye. Swoboda destnîşan kir ku ew ê her tim vana biparêzin û piştgirî bidin pêngavên di vî warî de.
Hannes Swoboda yê ji Awisturyayê di salên 1997-1998 de raportoriya Tirkiyeyê kiriye û di rapora Tirkiyeyê de gotibû “Divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd konferanseke navneteweyî bê lidarxistin.”
HUSEYÎN ELMALI - ANF/STARASBOURG