KCK’ê bi goneya 33. Salvgera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) peyamek weşand û daxuyaniya “Ger di lîteraturê de hebe, ez lêborînê dixwazim” ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo Dêrsimê dayî, nirxand.
'Damezirandina PKK'ê destpêka zayînekê ye'
KCK’ê di peyama bi boneya damezrandina PKK’ê weşand de got; “33. salvegera Partiya me li Rêbertiya me, gerîlayên me yên li serê çiyayên Kurdistanê şer dikin, hevalên me yên di girtîgehan de li ber xwe didin, hemû kadro û alîgirên PKK’ê, malbatên şehîdan û gelê gelê Kurd ê ku dilê xwe dane tekoşîna azadiyê û hemû dostan pîroz dikin.”
KCK’ê got; “Damezrandina PKK’ê li Kurdistnaê mîladek e” û wiha domand; “PKK’ê bi tekoşîna xwe ya 33 salan gelê Kurdistanê yê kul i ber tunebûnê bû, bi berxwedana gerîlayan û gelê me gihandiye pêvajoya fînalê ya damezrandina Xweseriyê.”
KCK’ê got; “Bi vê boneyê zîniyeta AKP-Cemeet ya ku dewletê xistiye di destê xwe de, hewl dide ku hêza ku gelê me bi dest xistiye lewaz bike, bi sîstema dagirker re entegre bike, ji bo vê yekê jî dest bi ger û geştên faşîzan dane destpêkirin” û wiha berdewam kir; “Wê gelê Kurdistanê careke din bi berxwedana xwe ya pêvajoya nû nîşan bide ku ev hemû hewldanên ku destkeftiyên netewî-civakî yên ku gelê Kurd bi berxwedaneke mezin bi dest xistine, dikin armanc, pûç û vala ne.”
KCK’ê bal kişand ku desthilatî û Cemeeta Fethullah Gulen hestên olî îstîsmar dikin û got; “Cêwiya AKP-Cemeetê heta roja îro destên olî yên gelê me yên pîroz îstîsmar dike, vê yekê xwe ji xwe re êdî kiriye rêbazekê, hêza dewletê bi kar tîne tu qûral û qaîdeyan nas nake êdî, bi pêkanînê xwe hemû nirx û exlaqê mirovahiyê bin pê dike, bi vê yekê aşkere dibe çiqas zordar û zalim in û tu eleqeya wan bi ola pîroz a Îslamê re tune ye. Ev zîhniyeta ku dixwaze dewleta Tirk a dagirker restore bike, çi dike, bila bike, nikare rûyê xwe yê kirêt vebişêre û li hemberî berxwedana mezin a gelê me ji binkeftinê rizgar nabe.”
KCK’ê daxwaza lêborînê ya Erdogan a ji bo Dêrsimê jî nirxand û got; “Her çendî sînordar be jî, ku dewleta Tirk komkujiyên li Kurdistanê pêk aniye îtîraf bike, ev yek pêşketineke erênî ye, lê aşkere ye ku di bin vê yekê de armancên pir qirêj û namerdtir hene. Weke tevgerên tunekirina gelên din, komkujiyên li Kurdistanê yên Ame-Çewlik Agirî-Zîlan û Dêrsimê ne bûyerên ji rêzê û sivik in. Cêwiya Erdogan û Fethullah biryar dane kul i Kurdistanê “Xeta Komkujiya Dêrsimê” nû bikin, ji ber vê yek jî Komkujiya Dêrsimê ji xwe re dike şow, ev yek jî tenê qeşmerîyek e. Di dema ku Erdogan rondikinên tîmsahan dibarand, li Dêrsimê bombe bi ser ewlaqên Dêrsimê de dibarand, di demek ku qirkirina siyasî pêk tîne û êrişên li ser Rêberê Gelê Kurd zêde dike de, ev gotin gotiye. Ev yek jî ji bilî durûtî û perdekirina bûyeran ne tiştke din e.”
'Şovê dike, mijarê sivik dike'
KCK’ê ragihand; “Pîvana sereke ya li xwe mikûrhatin û xwestina lêborînê, rawestandina qirkirin û komkujiyên ku hîna jî têne meşandine. Erdogan bi şowên ku dike mijarê pir ciddî sivik dike, berovajî dike û hema tiştê bi rêbazeke din dike, nikare bi vê yekê tu kesekî bixapîne, gelê Kurd û rayagiştî ya demokratîk bi van tiştan naxapin.”
KCK’ê got; “Serema ku herî zêde fetwa û fermanên ji bo pêkanîna komkujiyên li hemberî gelê Kurd di hatî dayîn serdema AKP’ê ye û wiha pê de çû; “Ev yek pêkanîna xeta qirkirin-komkujiya Dêrsimê ye.”
KCK’ê li hemberî hemû cure êrişan banga xurtkirina berxwedanê kir û got; “Ji bo tekoşîna bi kedek mezin salan, bi xebat û berxwedana 33 salan, ya ku gihiştiye asta çareserî û azadiyê, bi ser bikeve, divê beriya her tiştê li hemberî êrişên berfireh û topyekun ên cêwiya AKP-Gulen ên li hemberî gelê Kurd, berxwedaneke mezin bê nîşandan, ev yek erkeke sereke ya welatparêziyê ye.”
'Em di pêvajoya fînalê de ne'
KCK’ê got; “Tekoşîna azadiya ya gelê Kurd ku gihiştiye asta fînalê, wê bikaribe bersivê bide hemû êrişên faşîzma AKP-Gulen û wê teqez di vê dema dîrokî de meşa xwe ya dîrokî bi ser bixe. Tu hêz û quwet nikare gelê Kurd ji vê meşa wê ya dîrok vebigerîne. Bi vê boneyê divê gelê me hemû bi her awayê şahî û pîrozbahiyan 33. Salvgerê pîroz bike û bi vê coşê sersala 34. silav bike.”
ANF/BEHDÎNAN