Qulûba Hewldanên Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê li Navenda Kongreyê ya Zanîngehê panela bi navê li Başûrê Rojhilat Civaka Sivîl û Makeqanûna Nû" pêk anî. Di panelê de Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Omer Yîgît Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar, Prof. Dr. Omer Çaha û Nivîskar Orhan Kemal Cengiz amade bûn. Prof. Dr. Omer Çaha, li ser têkiliyên kes, civak û dewletê rawestiya û wiha got: "Civakên ku kes bi vîna xwe tevlêbûnê pêk tine bi hêztir û azadtir in. Civaka sivîl, di heman demê de civaka otonom e. Divê civaka sivîl ji aliyê dewletê ve neyê arastekirin, divê bi vîna xwe karibe bertek û refleksan nîşan bide. Civaka ne otonom azad nabe. Civaka sivîl civaka azad e.
'Divê mafê kes û civakê biparêze'
Çaha, xwest makeqanûna nû mafê kes û civakê li hemberî dewletê biparêze û Çaha, da zanîn ku divê ne civaka tirk, û ne jî Ataturk derkeve pêş û wiha got: "Divê têgehên Ataturkî û nijadperestiyê di makeqanûna nû de cih negirin. Divê makeqanûn ne girêdayî bîrdoziyekê bin. Divê manifestoya civake bin. Divê li ser felsefeya mafên mirovan bê avakirin. divê li ser parastina mafê kes û civakê ya li hemberî dewletê bixebite." Çaha, destnîşan kir ku divê di makeqanûna nû de têgehên tirk û Ataturkî cih negirin û hemû cudahiyan di nava xwe de biparêze. Divê makeqanûna nû cewherê mirovan biparêze."
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, anî ziman ku divê di makeqanûna nû de têgehên Kurd û Kurdistanê neqê qedexekirin û ev yek dê zerarê bide jiyana hevpar a li ser axê. Aktar, destnîşan kir ku divê di makeqanûna nû de teqez mafê zimanê zikmakî bê parastin û mafê perwerdehiya Kurdî bê naskirin. Divê hemû xalên makeqanûnê yên ku wekî 'Nayên guhertin' tev bên guhertin.
DÎHA/AMED