Prof. Dr. Gelmorad Moradî diyar kir ku Yarsaniyên li Îranê (Ehl-î Heq, Yarêsanî) neçar in, di bin zexteke giran de, baweriya xwe veşêrin û bi vî rengî bijîn. Prof. Dr. Moradî destnîşan kir ku hewl tê dayîn çand û baweriya Yarsaniyan ji holê bên rakirin. Beşeke girîng a Yarsanî û Êzîdiyên ji ber baweriya xwe li zext û êrîşan rast tên, ji bo karibin hebûna xwe bidomînin neçar man xwe li welatên cuda yên Ewropayê bigirin.

Moradî di konferansa li Enstîtuya Kurd a Stockholmê de diyar kir ku baweriya Ehl-î Heq, di sedsala 7'an a dema dagirkeriya Ereban a Rojhilata Navîn de hebû û destnîşan kir ku nîşaneyên felsefeya vê baweriyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e.

Prof. Dr. Moradî da xuyakirin ku civata Kurd a ji baweriya Yarsanî, yek ji gelên herî kevin ê herêmê ye, xwedî çandeke dewlemend e û anî ziman ku gelek delîl hene nîşan didin ku Newroz beriya Farsan ji aliyê Kurdan ve hatiye pîrozkirin.


'Ziman nasname ye'

Moradî destnîşan kir ku di navbera ziman û nasnameyê de têkiliyên yekser û zexm hene û anî ziman ku kîjan mirov dibe bila bibe, pêwîst e mirovên dûrî xaka xwe dijîn xwedî li zimanê xwe derkevin. Moradî got, "Yê zimanê xwe winda bike, wê nasnameya xwe jî winda bike. Wê neyê zanîn ku ji kîjan netewe, ji kîjan gelî ye."

Moradî da xuyakirin ku bawerî û felsefeya Yarsanî li gorî bawerî û olên din kêm tê zanîn, di vê mijarê de çavkaniyên nivîskî gelekî kêm in û anî ziman ku piraniya 4 mîlyon Yarsaniyan li Îranê dijîn. Moradî diyar kir ku li Pakîstan, Hîndîstan, Lubnan û Bakurê Kurdistanê jî beşek kêm a Yarsaniyan hene.

Moradî bilêv kir ku wî pirtûka xwe ya li ser dîrok û felsefeya Yarsaniyan di sala 1999'an de nivîsandiye û li Swêdê hatiye çapkirin û bi mînakên şênber, aliyên dişibin hev ên baweriya Yarsanî û olên din vegot.


MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM