Kampanya dê mehekê berdewam bike û KCD û înîsiyatîf bi hev re dê xebatan bimeşîne û têkildarî mijarê de afîş hatin amadekirin. Înîsiyatîf dê li Enqere, Stenbol, Amed, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê xebatên kampanyayê bên meşandin û di dawiya mehekê de pirtûkên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin bişînin Rojava. Ji Înîsiyatîfa Pirtûkên Kurdî ya Rojava Rojnameger Îsmaîl Eskîn, naveroka kampanyayê vegot. Eskîn, diyar kir ku geşedanên li Rojava di serî de "Kurdistanê" bi giştî jî hemû Rojhilata Navîn bi bandor dikin û wiha got: "Ji ber vê yekê şerê li Rojava gelek derdoran bi bandor dike. Herî zêde jî Kurd bi bandor dibin û rastî gelek pirsgirêkan tên. Tiştên Kurdan li Suriyeyê jiyîn tên zanîn. Kurd niha bi hêza xwe pergalekê ava dikin. Ligel vê yekê hewcehî bi pêdiviyên mirovahî hene. Di aliyê zexîre de pirsgirêk hene. Weke tê zanîn ku Kurd pêvajoya înşaya demokratîk dijîn." Eskîn, anî ziman ku ew dê kampanyayê bi KCD'ê re bidin meşandin.


Pergala perwerdehiyê ya Rojava

Eskin, da zanîn ku armanca wan alîkariyê bidin înşaya pergala perwerdehiyê ya Rojava û vê yekê jî dê bi pirtûkên Kurdî yên kom bikin bikin. Eskîn, bilêv kir ku wan xebatên xwe bi lez xistin û di çarçoveya xebatan de bi derdorên Kurd û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinin kirin û piştî hevdîtinan baldariyek pêk hat. Eskîn, destnîşan kir ku heya niha di destê wan de 2 hezar û 500 pirtûk hene û tenê li Amedê na li gelek navendên din jî dê xebatan bikin.

Pirtûkên Kurdî bişînin

Eskîn, anî ziman ku hemû pirtûk ji bo wan girîng in û wiha pê de çû: "Em dê ji her kesekî pirtûkekê bixwazin. Slogana kampanyaya me 'Yek mirov yek pirtûk' e. Em li bendêne ku her kesek pirtûkekî Kurdî bide û tevkariya kampanyayê bike. Her sazî dikare li nava saziyê bi kumbaraya pirtûkan pêk bînin û piştgiriyê bidin kampanyayê. Dikarin pirtûkên Kurdî yên li malan hatin xwendin jî bişînin." Eskîn, da zanîn ku girtîgeh jî di nava hedefa wan de ne û wiha got: "Di rojeva girtîgehan Rojva her tim cih digire. Dikarin pirtûkên xwendin ji me re bişînin. Ligel vê yekê em bi şaredariyan re hevdîtinan dikin. Em li benda alîkariyên wan in."

Kampanya wê mehekê bidome

Eskîn, bilêv kir ku dê starta kampanyayê sibê bidin û di çarçoveya kampanyayê de dê li gelek cihan standan vebikin û kampanyayê bêxin rojevê. Eskîn, anî ziman ku kampanyan dê mehekê bidome û wiha axivî: "Di demek kin de em dxiwazin bêtir li ser hur bibin. Dê li Îzmîr, Enqere, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê jî kampanya bê meşandin. Em dê pirtûkan bi ser BDP û KCD'ê kom bikin. Her sazî dikare pirtûkan kom bike û ji me re bişîne." Eskîn, da zanîn ku ji bo pirtûk bigihijin Rojava xebata KCD'ê heye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hevdîtin tên kirin. Ji xwe ji bo deriyê sînor ê Başurê Kurdistanê bê vekirin zext hene. Hemû kesên di destê wan de pirtûkên Kurdî heyî dikarin ji me re bînin."

DÎHA/AMED