Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd li Kobanê bi dawî bû. Encamnameya civînê hat weşandin û komîteyek hat avakirin ji bo şopandina pêkanîna biryarên komxebatê.

Di encamnameya Komxebata du rojî  ya li Parka Ronî War a bajarê Kobanê de weha tê gotin:

"Li ser banga fermandariya QSD‘ê ya ji bo yekitiya refa Kurdî bi taybet di vê pêvajoya dîrokî de û bi dirûşmeya "Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin"  komxebateke siyasî li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Komxebat bi sponseriya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê di 11-12‘ê Kanûna 2019‘an de bi beşdarbûna piraniya nûnerên partiyên siyasî û hin kesayetên serbixwe yên bajarê Kobanê bi rêve çû.

Di komxebatê de mijarên civakî, çandî, perwerdeyî, olî, qanûnî û doplomasî hatin nîqaşkirin.

Di mijara siyasî de cûdabûna helwesta kurdî bi zelalbûn hate nîqaşkirin. Her wiha girîngiya peydakirina mekanîzmeya nêzîkirina refa kurdî ya bi armanca yekkirina nêrîna siyasî hate destnîşankirin.

 

KOBANÊ