
'Hevserê min hişê xwe winda kir'
Malbatên ku nikarin parsekiyê bikin û nikaribin biçin nava zeviyan kar bi dest bixin agir bi dilê mirovan dixin. Yek ji van malbatan Welatiya bi navê Fatma Şêxanî e. Şêxanî ji ber şerê Bajarê Helepê yê Sûriyeyê hat Edeneyê û li taxa Koza ya navçeya Yuregîra Edeneyê bi cih û war bû. Malbata Şêxanî ewil hatin li Riyayê man û ji ber kar bi destê wan neket hatin Edeneyê. Malbata Şêwanî di şer de 2 zarokên xwe yên ciwan winda kirin. Ji malbata Şêxanî Fatma Şêxanî li ser çîrok û serpêhatiya xwe agahî da û got: "Min di şer de 2 zarokên xwe winda kirin û hevserê min ji ber şerê herêmê aqilê xwe winda kiriye. Em hem li Sûrî mexdûr bûn û hem jî li kampan mexdûr dibin. Li kampê jinên me yên ciwan û xweşik direvînin û dibin Sûriyeyê difiroşin zilaman. Xortên me jî direvînin û wan ji bo şer perwerde dikin. Em li vir pir ditirsin. Kurê min ê 20 salî û 22 salî di şer de jiyana xwe ji dest dan. Niha 3 keç û 4 kurê min 7 zarokên min hene. Hevserê min Kawa ji ber şer û windakirina zarokan hişê xwe winda kiriye. Hevserê min her tim serê wî di ber wî de ye û diponije. Her tim di nava fikaran de ye."
'Azadiya me ji destê me girtin'
Şêxanî, da zanin ku hem 2 zarokên xwe winda kirin û hem jî hevserê wê aqilê xwe winda kiriye û di aliyê debarê de jî pirsgirêkên herî mezin dijîn. Şêşanî da zanîn ku ji ber sîgorta tenduristiya wan tune nikarin biçin nexweşxaneyê derman bibin. Şêxanî da zanîn ku ji ber li kampê zarokên wan ên jin ji bo firotinê û yên ciwan jî jibo şer direvindin ji kampê derketin û hatin Edeneyê û wiha got "Li welatê me azadiya me ji destê me hat girtin. Dema em li Rihayê bûn xwest me bişîne kampê. Lê ji ber ku keç û xort tên revandin em hatin vir. Dema em li wir bûn 5-6 jinên ciwan hatin revandin. Mêran jî ji bo şer perwerde dikin. Serpêhatiyên kampan gelek dilêş û nayên qebûlkirin."
Daxwaza lekolînê
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê (ÎHD) Adnan Ogru diyar kir ku wan der barê penaberên Sûriyeyê de lêkolîn kirin û wiha got: "Welatiyên Sûriyeyê yên penaber li şûna kampê jiyana li dervê kampê terhîc dikin. Mexdûrên şer li Tirkiyeyê bêtir tên mexdûrkirin. Li gorî agahiyên destê me li gelek taxên Edeneyê bi cih û war bûne. Hin ji wan bi kedek gelek erzan dixebitin. Henek li ser sergoyan çopê kom dikin û hinek jî ji tunebûn û neçariyê parsekiyê dikin. Ne li kampê û ne jî li dervê kampê tu ewlehiya wan tune ye. Em dê wekî ÎHD'ê komîsyonekê ava bikin û lêkolînê bidin destpêkirin. Emê der barê mafên wan de agahiyê bidin wan.
METÎN ÎNAN/HAMDULLAH KESEN/DÎHA/EDENE
45 milyon koçber
Ji ber şer, karesatên xwezayî û sedemên cihêkar, bi dehan milyon mirov neçar dimînin ji cih û warên xwe birevin û bibin penaber. Li gorî daneyan, hejmara penaberan derketiye 45 milyon û ev hejmar weke ya herî bilind a 18 salên dawî tê dîtin. Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya sala 2012'an a bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê weşand de, ragihand ku piraniya penaber xwe li welatên bi pêş dikeve ve digirin û ev yek jî dibe sedem ku di şert û mercên giran ên jiyanê de bijîn.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) li gelemperiya cîhanê 45.2 milyon kes ji ber şer, karesatên xwezayî û pirsgirêkên aboriyê neçar mane cih û warên xwe biterikînin. Hejmara penaberan a sala 2011'an 42.5 milyon bû û ev hejmar ji sala 1994'an û vir ve derketiye asta herî bilind.
Li gorî rapora UNHCR, di sala 2012'an de 15.4 milyon kes di statuya penaberan de bûn, 937 hezar kes jî ji bo wergirtna statuya penaberiyê li benda biryarê ne. 28.8 milyon kes jî li welatê xwe di rewşa penaberiyê de dijîn û ev yek hejmara herî bilind 20 salên dawî ye.
Di sala 2012'an de bi giştî 7.5 milyon kes cih û warên xwe terikandin û ketin rewşa penaberiyê, ji van 6.6 milyon kes li nava welatê xwe bûn penaber.
Di rêza yekemîn de ne
Li gelemperiya cîhanê, şer yek ji sedemên sereke yên penaberiyê ye. Li gorî vê yêk ji sedî 55'ê penaberên li gelemperiya cîhanê ji welatiyên Afganîstan, Somalî, Iraq, Sûriye û Sûdanê pêk tê.Bi tenê ji sedî 95'ê penaberên li Pakîstan û Îranê ji Afganîstanê ne. 746 hezar Iraqî û 471 hezar Sûriyeyî jî weke penaber li welatên din dijîn. Ji welatên Efrîkayê Malî û Komara Demokratîk a Kongo, yek ji welatên ku ji ber penaberiyê mirovê direvin û penaberiyê dijîn e. Di rêza welatên penaberan vedihewîne jî, li gorî sala 2011'an guhertin çê nebûye. Pakîstan di sala 2012'an de bi 1.6 milyon penaberên ji Afganîstanê di rêza yekemîn a welatên penaber lê ne de cih digire. Îran bi 868 hezar penaberan di rêza duyemîn û Elmanya bi 589 hezar penaberan di rêza sêyemîn de cih digire. Aliyekî din ê raporê yê balê dikşîne, der heqê zarokan de ye. Li gorî vê yekê, rêjeya penaberên di bin 18 salî de ji sedî 46 e. Rewşa zarokên neçar mane ji malbatên xwe qut bibin û biçin koçberiyê, di asteke krîtîk deye. Li gorî raporê ji 21 hezar 300 zarokên di sala 2012'an de serî li mafê penaberiyê dane, yan malbata xwe wenda kiriye yan jî neçar mayê ji malbata xwe dûr bikeve.
Bi mîlyonan kes vegeriyan malên xwe
Piraniya penaber li welatên kêm pêş ketiye dijîn û ev yek pirsgirêkeke din e. Li gorî vê yekê nîvê 10.5 milyon penaberên di bin berpirsyariya UNHCR de ne, xwe li welatên salê 5 heza dolar dibe para yek kesî, ragirtine. Di warê giştî de, ji sedî 81'ê penaberan xwe li welatên bi pêş dikeve ve digirin û ev rêje beriya 10 salan ji sedî 70 bû. Ev jî tê wê wateyê, ku penaber li welatên xwe lê girtine di şertên giran de dijîn. Li gorî rapora UNHCR, di sala2012'an de li gelemperiya cîhanê 2.7 milyon kesan dawî li penaberiya xwe anîn û vegeriyan cih û warên xwe. Ji van 526 hezar penaberên xwe li welatên biyanî girtibûn û 2.1 milyon jî ji penaberên li welatên xwe penaber bûn, pêk tê. Ev rapor, penaberên ji ber şer ên sala dawî na hesibîne. Her weha kesên ku bi penaberî çûne welatan û li wir mafê welatîbûnê wergirtine jî, di raporê de cih nagire. Wekî din ev rapor li gorî tesbîtên saziyên civakî yên bi Neteweyên Yekbûyî re dixebitin, pêk hatiye. Tê gotin, hejmara rastî ya penaberan di ser 45 milyonî re ye.
ANF/STRASBOURG