Muzîkjen Hannah Berger ku bi Ermenkî, Kurmancî, Kirmnackî, Farisî, Tirkî, Ibranî û Latînî distrê, felsefeya muzîka xwe jî wiha pênase dike: "Muzîka bi zimanên cuda mirovan digihîne hev." 

Muzîkjena macar, Hannah Berger, bi muzîka xwe ya ziman û zaravayên cuda balê dikişîne ser gerdûnîbûna huner. Berger, di 7 saliya xwe de bi piyanoyê dest bi muzîkê dike û paşê muzîkjenekî iraqî dersê didiyê û stranan dibêje. Berger pêşî bi zimanên balkanî û zimanê xwe yê dayikê macarî stran digotin, lê ev 24 sal in ku berê xwe daye muzîkeke pirrzimanî. Berger anî ziman ku heta niha wî bi gelek zimanan stran gotiye. 

Ev 20 sal in ku ji ber muzîka pirrzimanî, Berger serdana Anatolya û Mezopotamyayê dike. Berger diyar kir ku her ku ew serdana Anatolya û Mezopotamyayê dike çandeke nû dinase û hewl dide berhemên van çandan bibêje. Piştî ku Berger Anatolya û Mezopotamyayê dinase bi Kurmancî, Kirmnackî, Ermenîkî û Farisî jî dest bi gotina stranan dike. 

Berger, dibîje, di nav stranên Kurmancî û Kirmanckî de herî zêde strana "Were Rindê" û "Elqajiyê" bandor lê kirine.  Berger muzîkê wek "hunereke ku pira di navbera çandan de" pênase dike û felsefeya muzîka xwe jî wiha terîf dike: "Muzîka bi zimanên cuda mirovan digihîne hev." 


10 Stran 6 ziman 

Berger, diyar dike ku ew beriya 2 mehan ji bo xebata albumeke nû hatiye Tirkiyeyê. Berger da zanîn ku di albuma wê ya nû de bi Kurdî, Farisî, Ermenîkî, Tirkî, Ibranî û Latînî bi giştî 10 stran hene. 


DÎHABER / ENQERE