1 Gulan, ne 1’ê Gulanê ye

Heta ku li ser dinyayê neheqî, bêdadî, zilm û zordarî hebe, berevajî aştiyeke adîlane û wekhevî neyê damezirandin, hemû netewe, hemû ol, hemû bawerî û hemû fikr û nêrîn li ser dinyayê nebin xwedî mafên xwe yên xwezahî, di asta rêveberên dewletan de negihîjin asta wekheviyê, ji hemûyan re sekn û nêzikahiyeke heman şêwe neyê danîn, ji bo hemû nebat, ajal û însanên ku li ser vê dunyayê bêhna xwe girtine pergaleke bêalî û ji hemû zindiyan re hişmendiyeke birûmet neyê nîşandan, divê em pêyva “tekoşîn”ê ji bîr nekin.
Îro em bi hêviya hatina roja “1’ê Gulan”ê bi coş li bendê ne, lê ji alîkî jî şer e, ji alîkî jî zor û zextên ku li ser jin û zarokan tê meşandin bi rastî “faşîzma taybet” nîşanî me didin. Ji ber wê jî em dikarin bêjin 1’ê Gulan’ê, ne tenê rojeke pîrozkirinê ye. Roja hişmendiyê ye. Roja fikirandinê ye 1’ê Gulan’ê, ka mirovahî di dîrokê de di nav tekoşînên çawa de li ber xwe daye û desthilatdarên bêdezgîn çawa daye sekinandin û îro kesên zelûl bi tekoşîneke çawa dikarin bêhna xwe bigirin, hunermend çawa dikarin hunerên xwe yên azad biafirînin, nivîskar dê çawa karibin nivîsên xwe binivîsin, kesên xwedî bawerî dê çawa karibin divêtiya baweriyên xwe bi cîh bînin û hwd…
Erê emê roja 1’ê Gulanê pîroz bikin lê, divê em her car li ser wate û hebûna vê rojê jî ji nû ve serê xwe biêşînin. Ango armanca hebûna vê rojê ne tenê ji bo me rojeke pîrozbahiyê ye. Li kîjan derê însanetî biêşe, ew lebatê însan naveroka 1’ê Gulanê pê tîne. Ango her sal, li gorî rewşa însanetiyê wate ya 1’ê Gulanê jî diguhere.
Ji ber wê jî em dikarin bibêjîn wateya 1’ê Gulana îsal, li gorî erdnîgariya me di serî de Cizîr e, Sûr e, Gever e, Nisêbîn e, Şirnex e, hezex e hwd... Yekê Gulanê ew kevir in ku di Minareya Çarling a Sûrê de hatin şikandin, ew kevirên biêş. Êşên wan kaviran bixwe ye. Yekê Gulan a îsal, Hecî Loqman e... bena ku wan desthilatdar û êrişkarên wan avêtin stûyê Hecî Loqman, şermkirina wê benê ye. Ango divê em bi wesîleya 1’ê Gulanê tekoşîneke wisa bidin ber xwe ku hişmendiyeke wisa derkeve holê ku ew ben şerm bike, ka “çawa ez di stûyeke wisa bedew û xweşik de neşiqitiyam, neqetiyam û min ew zarok kaş kir li pêy maşînên dagirkeran?..”
1’ê Gulanê, sê jinên ku li Cizîrê rastî êrişên dagirkeran hatin û bi birînên xwe yên giran ji şevê heta sibehê xwîn ji wan çû, xwîna wan tevî ava Dicleyê bû, xwîna sor a wan sê jinan e 1’ê Gulanê… Bi kurt û kurmancî 1’ê Gulana îsal, ya hemû cangoriyên e ku li beranberî dagirkeriyê bi dilekî fedakarane têkoşiyan.
1’ê Gulana îsal, ew zarok e ku di bin êrişkariya dagirkeriyê de çend rojan di sarincê de ma bedena wê, her wiha ew zarok in ku li Karamanê, di “weqfa perwerdehî ya oldariyê” de rastî tacîz a mamosteyên xwe hatin, êş û keserê bedenên wan zarokan e. 1’ê Gulanê, ew jin e ku bi êrişên zilamên xwe û malbatên xwe hatin kuştin.
Temam ev yek û ji xêynî wan her kî ku rastî zilma dagirkerî û desthilatdaran hat, hemû ew kesana, alên 1’ê Gulana îsal in. Divê îsal ala 1’ê Gulanê, bi rengê van kesan hemûyan were xemilandin û bi hişmendiya bihêzkirina tekoşîna li hemberî dagirkeriyê were bilindkirin.
