Nasnameyên etnîkî û bawerî di encama têkîliyên asa û pêwîst ên kes, civak û xwezayê de pêk tên. Nasnameya civakî di pêvajoyeke xwezayî yê bi sedan an jî hezaran salan dajo de pêk tê û ji civakê re dibe islûb, tevger, feraset û awayê jiyanê. Dema bawerî û etnîsîte bi destê otorîteyekê an jî dewletê ve were nasandin û sazkirin; wê çaxê di wir de zordestiyeke xapînok heye û divê mirov jê bitirse!..

Di dîrokê de nasnameyên bawerî û etnîkî ji hêla serdestan ve mîna amûrên polîtîkayên parçekirin û dijminkirina civakan hatiye bikaranîn û hê jî rewş bi vî awayî berdewam e. Ji ber wan polîtîkayan, îro li seranserê cîhanê piraniya şer û pevçûnan li ser cûdahiya nasnameyan pêk tên. Rengîniya nasnameyan mîna zengîniya giştî ya mirovahiyê nayê dîtin.
Parçekirin û birêvebirin; polîtîkaya sereke ya dewletên serdest e. Ji vê polîtîkayê miletê ku herî zêde êşiyaye belkî jî Kurd in. Di serî de erda wan hatiye parçekirin, paşe jî rengîniya zarave û baweriyên wan li dijî azadiya wan hatiye bikaranîn. Kurd ji nirxên Kurdewariyê hatine dûrxistin. Ji ber polîtîkayên serdestan, hinek Kurd nasnameya xwe ya Kurdî jibîr kirine û xwe wek Tirk, Ereb û Faris dane nasandin. Hinekan jî şûna nasnameya Kurdî, Sunnî, Alewî, Êzîdî, Şafî, Kurmanc, Zaza, Soran, Goran û Lorîbûna xwe derxistine pêş.
Lê îro rewş ne werg e, hinek diguhere. Ne tevahî be jî, êdî piraniya Kurdan hişyar in, bi rêxistinî ne, xwedî hişê yekîtî û Kurdewariyê ne. Rengîniya feraset û derûniya me ya civakî ji her çaxê zêdetir bala me giştan dikişîne. Her ku em bi rengîniya civaka xwe hîn dibin, ewqas zêdetir bi moralî nêzî hev dibin.
Li hemberî polîtîkaya dewleta Tirk a ‘yek millet, yek ziman, yek dîn’ ên ku di serî de li ber xwe dane û ji ber vê yekê jî bi zilm û zordestiya dewletê re rû bi rû mane; êşiyane û paşe jî dîsa bi darê zorê asîmîlebûne, Kurdên Alewî ne. Ji ber tirsa ji zilma dewletê hinek ji wan heta vê dema dawiyê nasnameya Alewîtiyê derdixistin pêş û xwe tenê bi Alewitiyê dan nasandin. Lê îro Kurdên Alewî jî êdî kincên asîmîlasyonê ji ser xwe davêjin û berê xwe didin gund û bajarên xwe, li nirxên xwe yên Kurdî  û rastiya xwe ya civakî digerin. Çavê wan jî îro li ser pêşketinên li Rojava, Başûr û Rojhilatê welêt e.
1’emîn Konferansa Alewitiyê ya li Amedê di demajoyeke wisa de hate lidarxistin. Dawiya hefteya çûyî, li rojên 2 û 3’yê reşemiyê li Amedê hinek akademîsyen, pîrên Alewî û siyasetmedaran, çûyîn û îroyîna Alewîtiya li ser erdnîgariya Kurdistanê niqaş kirin. Bahsa rengîniya Alewîtiya Kurdên Bakur, baweriya Şikakî û Kakayiyên Başûr û Ehlî Heqî yanî Yarsaniya Kurdên Rojhilat hate kirin.
Di konferansê de axaftvanan bal kişandin ser nirxên Alewîtiyê yên mîna wekhevî, edalet, piştgiriya civakî, jiyana komînal, rolê jinê yê pêşeng ê di nava jiyana civakî de, hêjadîtina hemû zindiyan, parastina mafê heywan û ahenga di navbera hemû zindiyên li xwezayê dijîn, giştan...
Ji ber ku Alewîtî baweriyeke derveyi pergalên dewletan e, heterodoks û xwezayî ye; di nava nirxên wê de êşandin, kuştin an jî zirardayîna zindiyekî tune ye û hemû zindiyan wek ‘can’ bi nav dike, vîna wan a azadjiyînê jî qebûl dike. Dema ji vê hêlê ve were mêzekirin; armanca tevgera Kurd a civakî tê bîra mirov. Ev gişt nirxên ku Kurd îro sewa wan têdikoşin bi xwe ne jî!..
Kongreya Civaka Demokratik karekî pirr pîroz û dîrokî pêk anî. Di encama konferansê de, biryarên derbarê sekinandina polîtîkayên dewleta Tirk ên asîmîlasyona dînî û etnîkî û li hemberî wan  bilindkirina têkoşîna demokrasiyê derketin pêş. Herwiha biryarên derbarê sazkirina rêxistineke bi navê Yekîtiya Alewiyên Mezopotamyayê û Akademiya Alewîtiyê ya Jinan a Sakîne Cansiz jî biryarên herî balkêş bûn.