Kongre li avahiya Navenda Ciwanan a Qamişlo bi beşdariya dehan delegeyan û deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê dîwana kongreyê ku ji 5 kesan pêk tê hate hilbijartin.

Di kongreyê de rêziknameya Heyva Sor a Kurd hate xwendin û li ser nîqaş hatin kirin. Her wiha xebatên ku ji aliyê saziyê ve hatine meşandin hatin nirxandin. Di kongreyê de karên ku pêwîste di pêvajoya şoreşê de bêne kirin jî hatin vegotin. 

QAMIŞLO