Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên di 8-9’ê Tîrmehê ya li dijî hêzên dagirker a li Heftanînê de ’10 leşker hatine cezakirin’. HPG’ê di daxuyaniya li ser çalakiyan de got, “8’ê Tîrmehê, li Girê Şehîd Cûdî yê devera Şeşdara di çalakiyeke sekvaniyê de eskerek hat kuştin. 9’ê Tîrmehê, li Girê Şehîd Cûdî yê devera Şeşdara 8 leşker hatin cezakirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Goran, Viyan û Xabûr ên 3’yê Tîrmehê li Xantûrayê şehîd bûbûn, pêk hatiye. Heman rojê li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdarê eskerek hat kuştin. Goran, Viyan, Xabûr Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 3 gerîlayên li Heftenînê di 3’ê Tîrmehê de ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî. HPG’ê têkildarî mijdarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin, ”3’ê Tîrmehê li herêma Xantûrê ya Heftenînê ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker hevalên me Muhammed Bayram bi nasnav Goran Goyî yê li Edeneyê ji dayik bûyî, Cîna Terpûş bi nasnav Viyan Devrim li Kobanê ji dayik bûyî û Omer Îso bi nasnav Xabûr Întîqam li Kobanê ji dayik bûyî, 3ʼê Tîrmehê li Heftenînê şehîd bûn.” n ANF/HEFTENÎN