10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê bi rêya malbatên xwe daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wan bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, mafên wî yên ewlehî, tendursîtî û azadiyê bên dîtin, destûra parastina zimanê zikmakî bê dayîn û astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî bê rakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine. Girtiyên jin ên di 24'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine navên wan weha ne; Fatma Koçak, Ayşe Oyman, Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekîn, Çîmen Turk, Canan Guler, Nucan Can, Hacîre Tanirgan, Hanim Çelîk.

Beyî Ocalan çareserî nabe

Girtiyan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku di 30 salên têkoşînê de PKK´ê ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike gav avêtine lê belê, derdorên şerxwaz dîsa li pêşiya çareseriyê girtin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Hikûmeta AKP'ê tevî ku 10 salin li ser desthilatdariyê ye ji bo çareseriyê tu tişt nekirin û rê li mirin û komkujiyan vekir. Hevditînên Osloyê yên ji bo çareseriyê hatin kirin her du alî anîbûn ber çareseriyê lê hikûmeta AKP'ê dîsa pêvajo têk bir. Pêvajoya Osloyê bi tecrîda li ser Birêz Ocalan giran kirin bi dawî bû... Çareseriya pirsgirêka kurd bi şertên Birêz Ocalan ên tendurîstî, ewlehî û azadiyê ve girêdayî ye. Kesên çareseriya pirsgirêka kurd li dijî vê yekê digerin xwe dixapînin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi muzakereyên bi Birêz Ocalan re wê pêk bê."

Di berxwedanê de israr

Girtiyan di daxuyaniyê de bal kişandin mafên gelê Kurd yên xwezayî û netewî jî û diyar kirin ku divê gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive, perwerdehiyê bibîne, xwe rêxistin bike û siyasetê bike. Girtiyan di dawiya daxuyaniyê de anîn ziman ku heta daxwazên wan were qebûlbikirin wê berxwedana xwe bidomînin û weha gotin: " Emê jî her tim li cem gelê xwe yên lêgerîna van daxwazan dikin bin. Heta nasname û zimanê kurdî tên nasîn û Birêz Ocalan azad dibe emê berxwendana xwe bi domînin. Em bi van daxwazan di 24'ê Îlona 2012'yan de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger dikin. Di pêvajoya çalakiyê de em dernakevin hevdîtina girtî. Heta daxwazên me bi cîh werin emê berxewdana xwe bidomînin."

DÎHA/STENBOL




Girtî xistin hucreyê


Li Girtîgeha Silîvrî ya bi Tîpa L 10 girtiyên siyasî ku ji bo protestokirina tecrîdê dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kiribûn, xistin hucreya yek kesî- Girtiyên ku ne di çalakiya greva birçîbûnê de ji bo ev pêkanîn û zextên li ser girtiyan protesto bikin nernakevin hevdîtinê, xwarinê nagirin û ji nerazîbûna xwe nîşan bidin li deriyê girtîgehê dixin.
Li ser navê girtiyan Celalettîn Delîbaş daxuyanî da û diyar kir ku şert û mercên hucreyên ku girtî xistine de gelekî xirab in. Li gorî daxuyaniya Celalettîn Delîbaş, 3 girtiyên din jî bi sedema ku li dijî zextan derketine xistine hucreyê.