Arkeologên Çînî bi ser hin berheman ve bûn û di nava wan de yek heye ku berê tiştêkî welê nehatibû dîtin. Wan mohreke împaretoriyê ji binê erdê derxist û pêre jî bi hezaran berhemên din. Mohr tevî sindoqeke xizneyê hat dîtin ku tê de gelek objeyên din jî hebûn. Cihê ku tişt lê hatine dîtin jî, arkeolog bawer dikin ku meydaneke şer be; ya şerekî serdema Împaretoriya Mingê. Em behsa serdema hilweşîna xanedana Ming û ya rabûna xanedana Qing dikin. Ev berhem di encama kolaneke li erdekî fireh li sîta dîrokî ya Jiangkou Çenyin a li eyaleta Siçuan hatin dîtin. Ev dever jî cihê çemekî ye ku bi projeyeke muhendîsiyê ji bo kolana arkeolojîk hatiye zuwakirin. Devereke 5 hezar metroyên bi çarçik hatiye kolan. Li vir kolana arkeolojîk 2017 û 2018’an 42 berhemên dîrokî derxistin holê. Di vê kolana dawî de jî 10 hezar berhemên din hatin dîtin. Di nava van 52 hezar herheman de mohra împaretoriyê weke ya herî muhim tê dîtin: mohreke nîşana împaretoriyê ye û bê mînak e li dinyayê. Mezinahiya mohrê 10 santîmmetro di 3 santîmetroyan de ye. Cihê mirov rahêjiyê ji bo ku mohr bike jî weke kîsoyekî hatiye neqişandin. Ji zêrê ji sedî 95 xwerû hatiye çêkirin. Gava hat dîtin, ev mohr şikestî bû û çar parçe bû. Li ser mohrê bi xwe “Şî Şu Zi Bao’ yanî ‘xizneya mîrê Şû’ dinivîse. Ev mîrê nekarî heta niha bê nas kirin, ji xanedaniya Ming e ku li Çînê ji 1368 heta 1644 hukim kir. Wê Moxol ji welêt kirin der lê di sedsala 17’an de êdî ji hev de diket. Sedem jî xela û şerê bi Mançûsan re bû. Arkeolog bawer dikin ku mohr di dema serhildaneke mezin a cotkaran de di dema hilweşîna împaretoriya Ming de wenda bûbe û ketibe destê lîderê cotkaran Zhang Xianzhong (Pilingê Zer). Dema împaretoriya Ming ji hev de diket, wê hukim li başûrrojavayê Çînê kiribû. Meydana şer hat dîtin, lê hîna jî mîrê ku mohr li ser navê wî ye, nayê zanîn. Axir otorîteyên Çînî biryar dane ku bi 60 milyon dolarî li cihê meydana şer muzeyekê çêkin û berhemên di vê kolana arkeolojîk de hatin dîtin jî di vê muzeyê de nîşan bidin. NAVENDA NÛÇYEYAN