Dîsa tê gotin ku gelek Êzîdiyên êdin jî ji bo xizmên xwe yên di dema komkujiyan de winda kirine bibînin, dixwazin vegerin ser milk û warên xwe. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, diyar kir ku ji bo Êzîdiyên dixwazin paşve vegerin, bi rehetî ji Deriyê Sînor yê Xabûrê derbas bibin bi Waliyê Şirnexê Hasan Îpek re hevdîtin kirine û walî ji wan re gotiye ku wê ji bo derbasbûnê alîkarî bidin. Sariyildiz desnîşan kir ku ew amade heta dawiyê nanê xwe parve bikin û got ku welatiyên Êzîdî çiqas dixwazin dikarin li Bakûrê Kurdistanê bimînin. Sariyildiz her wiha ragihand ku heta niha nêzi 300 Êzîdiyên ji bo vegerin Şengalê serî li wan dane.


Li otogarê bi cîh bûn

Li Mêrdîn û navçeyên wê hejmara Êzîdiyan li vir bi cih bûne gihişt 6 hezar û 531 kesan. Pêdiviyên welatiyan ji aliyê şaredari, rêxistina DBP'ê û welatiyên xêrxwaz ve tê pêkanîn. Şaxa MEYADER'ê ya Mêrdînê ji Êzîdiyên ku li otogara Mêrdînê hatine bicihkirin re kamyonek tiştên alîkariyê şand. Rayedaran li Mêrdînê banga seferberiyê li welatiyan kir.  Hejmara Êzîdiyên li navçeya Wêranşar ya Rihayê, hatine bicihkirin gihişt 700 kesî. Li navçeyê, Êzîdî li Mêvangeha Şaredariyê, malên sersaxiyê, malên welatiyan û gundên Êzîdiyan hatine bicihkirin. Ji bo welatiyan li gundê Oglaçki jî kon hatin vedan. Xebatên binesaziya konan jî hatine bitemamkirin.
Li navçeya Erdîşa ya Wanê, Şaredarî, rêxistinên HDP, BDP, Navenda Çand û Hunerê ya Zîlan, KURDÎ-DER û Egîtîm Senê bi hevpar ji bo Rojava û Şengalê li Parka Zîlanê konê alîkariyê damezirandin. Endamê Meclîsa Şaredariya Erdîşe Îzzet Butun, li vir bang li hemû welatiyan kir tevli kampanyayê bibin û da zanîn ku alîkariyên hatine vêdan di nava demek kin de wê ji Rojava û Şengalê re bişînin. Li navçeya Farqîn ya Amedê jî ku 500 welatiyên Êzîdî lê hatine bicihkirin, civînek hat lidarxistin. Di civinê de ji bo koordinekirina pêkanîna alikariyan yên ji bo Êzîdiyan komîsyon hatin diyarkirin û dest bi amadekariya hate kirin.

48 malbat çûn Çinarê

48 malbatên Êzîdî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ji Şengalê koç kirin, li avahiyên Borsaya Genim a Şaredariya Çinarê hatin bicihkirin. 48 malbatên Êzîdî yên ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ koç kirin, li navçeya Çinar a Amedê bi cih bûn. Piraniya wan jin, zarok û îxtiyar 200 Ezîdî, li avahiyên Borsaya Genim a Şaredariya Çinar hatin bicihkirin. Êzîdiyên ji aliyê Meclîsa Şaredariya Çinar ve hatin pêşwazîkirin destpêkê li xizmên xwe yên li Amed Yenîşehîr û Bismilê geriyan. Xebatkarên Şaredariya Çinar û endamên meclîsê ji her malbatê kesek birin gel xizmên wan ên li kampên din bi cih bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN