Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinan bi 100 rojî jî bê hikûmet e û di rastiyê de yek hevdîtin û hewldana bi tenê ya fermî li gorî qanûnê di navbera aliyan de nebûye. Sedem jî bi temamî nakokiyên aliyan in ku bazarên erkan û dabeşkirina desthilatê ji wan ên herî girîng in.

DANA OMER / SILÊMANÎ / ROJNEWS

Di ser hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê re 100 roj derbas bûn, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin. Herçend hevdîtinên ji bo pêkanîna hikûmetê dewam dikin jî, ji ber bazar û nakokiyên li ser parvekirina meqaman yên di navbera PDK, YNK û Tevgera Gorran de hikûmet ava nabe.

Li gorî qanûna hilbijartin û rêziknameya parlamenê, divê di rûniştina yekem ya parlamenê de Desteya Serokatiya Parlamenê were hilbijartin. Di rûniştina duwem de jî parlamen kesekî hilbijêre û ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar bike. Ev kes jî pêwîst e di nava mehekê de hikûmetê ava bike.

Her çendî ku 62 roj di ser rûniştina yekem a parlamenê re bihurîn, parlamenê ne desteya serokatiya parlemento ne jî kesek ji bo avakirina hikûmetê hilbijartiye. Ev yek bixwe jî ne li gorî qanûna berkar a Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ev 3 meh in hilbijartin pêk hatine, ne serokê parlamena Herêma Kurdistanê heye, ne jî hikûmeteke qanûnî heye.

Fermî ti hewl dan nîne!

Li gorî encamên hilbijartinên 30’yê Îlonê ya ji bo parlamena Herêma Kurdistanê, PDK’ê 45 kursî, YNK 21 kursî, Tevgera Gorran jî 12 kursî bi dest xistin.

Li gorî encamên hilbijartinê PDK di rêza yekem a hilbijartinê de ye. PDK’ê Mesrûr Barzanî ji bo avakirina kabîneya 9’em a hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir. Lê heta niha ti şanda bi serokatiya Mesrûr Barzanî nehatiye avakirin ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê. Ji bona vê, em dikarin bibêjin ti danûstandina fermî ji bo pêkanîna kabîneya 9’em çênebûye.

Ew xweş xeber in lê em ne bawer in

Tişta ku heya niha çêbûyî tenê sê caran şandeya PDK’ê li gel Tevgera Gorran û YNK’ê civiyaye. Civîna yekem ya van şandeyan di 17’ê Mijdara 2018’an de li Silêmanî pêk hat. Civîna duwem 11 û 12’ê Kanûna 2018’an li Hewlêr, civîna herî dawî jî 18 û 19’ê Kanûna 2018’an li Silêmanî pêk hat. Lê divan civînan de ti encam derneket. Her çend piştî civînan di daxûyaniyan de qala kêfxweşiya ji encamên civînan hat kirin jî, paşê derdiket holê ku ti lihevkirin çênebûye.

Hincet pirr in

Endamê Meclîsa Rêvebiriya YNK’ê Ferîd Eseserd ji me re piştrast kir ku ti encama diyar ji bo avakirina hikûmeta nû nîne. Eseserd herwiha diyar jî kir ku aliyên siyasî li ser gelek mijaran bi nakok in. Nêrînên wan ên cûda hene, ji bona vê ev pêvajo nekariye were pêşxistin. Ev nakokiyên wan bûne sedem ku heta niha hikûmet neyê avakirin.

Nakokiyên PDK’ê û YNK’ê

Herçî PDK û YNK ye, mijara wezîfeya walîtiya Kerkûkê nakokiyeke girîng e; YNK dixwaze beriya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê vê wezîfeyê bigire. Ji bo vê jî beşdarbûna li hikûmeta Herêma Kurdistanê weke zextekê li ser PDK’ê bi kar tîne. PDK jî dixwaze destpêkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike û pişte peywîra walîtiya Kerkûkê bigihîne xwe. YNK´ê bi pêşbaziyekî dijwar a li hemberî PDK’ê wezîfeya Serokkomartiya Iraqê bi dest xist.

Nakokî gihişt asteke welê ku koma PDK’ê ya li Parlamena Herêmê 2’ê Çile bi civîneke çapemeniyê got, pirsgirêkên Kerkûkê divê têkilî avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê neyên kirin.

Pirsgirêkeke din a girîng jî ew e ku PDK naxwaze YNK wezîfeyên zêde di nava kabîneya nû de wergire. Herwiha Endamê Polîtburoya YNK’ê Mehmûd Sengawî jî li ser mijarê ji çapemeniyê re got; “PDK dixwaze serokê hikûmetê û serokê Herêma Kurdistanê, wezîr û desthilatdar ew bi xwe be, em jî vê napejirînin.”

PDK û Tevgera Gorran jî li hev nakin

Çend pirsgirêk di navbera PDK’ê û Tevgera Gorran de jî hene. Tevgera Gorran dixwaze destpêkê li ser mijarên sîstema hikûmranî, qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê, mijara Destûra Herêmê û çend mijarên din ku taybet in bi çavkaniyên xwezayî, bûdce û dahata Herêma Kurdistanê, li gel PDK’ê li hev bikin. Ew dixwaze vê yekê weke destketinekê nîşan bide û alîgirên xwe pê razîbike.

Li beranberî vê jî PDK naxwaze garantiyê bide Gorranê. PDK dixwaze garantiya beşdarbûna Tevgera Gorranê a ji bo hikûmetê wergire û heta dawî xwe jinava hikûmetê bi paş ve nekişîne. Herwiha PDK dixwaze Gorran soza wê yekê bide ku piştgiriya hikûmeta herêmê bike û koma Goran li parlamenê rexneyan li hikûmeta herêmê neke. Endam û parlamenterên wê li dijî hikûmetê daxûyaniyan nedin. Berpirsê Polîtbûroya siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî ev eşkere gotin.

Tevgera Gorran jî naxwaze wê garantiyê bide PDK’ê ku beşdarekî bêdeng ê hikûmetê be. Ji ber ku Tevgera Gorran dizane dema bêdeng ma, wê alîgirên xwe hîn zêdetir ji dest bide. Gorran dixwaze hem di hikûmetê de beşdar be û di heman demê de jî di nava parlamenê de aktîf be ji bo ku bikare alîgirên xwe li derdora xwe kom bike.

Li gorî nêrînên çavdêrên siyasî ev pirsgirêkên li jor, giringtirîn sedem in ku dihêle avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi paş ve bikeve. Heta niha ti hêviyeke zelal û xalek hevbeş nîne ku her sê partî ji bo pêkanîna hikûmetê li ser lihevbikin û hikûmeta nû ava bikin.