Rêberê PKK''ê Abdullah Ocalan ji sala 1999'an heta niha 12 salin bi tena serê xwe di yek hucreye de dimîne. 12 salin bi tena serê xwe li Girtigeha Tîpa F a Girava Îmraliyê ku di nava daryayekê de ye dimîne. Ocalan ji ber rewşa xwe ya siyasî rastî hiqûq û zagona taybet tê. Li gel ku di hiqûq û zagonên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze avêtiye bin de gelek mafên Ocalan jê sûdê bigirin hene jî dîsa ev mafê Ocalan tê astengkirin û binpêkirin. Ocalan ku piştî 6 mehan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî, 99 rojin nikare bi parêzerên xwe re hevditin pêk bîne. Parêzer vê yekê weki darbeya hiqûqê bilêv dikin. Parêzer diyar dikin ku Ocalan li dijî pîvanên hiqûqa neteweyî û navneteweyî, rastî pêkanînên fîlî û keyfî tê.

'Pêkanîna yekem rêveberiya taybet bû'
Piştî ku Ocalan anîn Îmraliyê Wezîrê Parastina neteweyî di 27'e sibata 1999'an de di Rojnameya Fermî de tebîlagatek weşand. Di vê tebîgatê de Girava Îmralî ji aliyê hewayî, bejayî û bahrê de 2'emîn qada qedexe ya leşkerî hate îlankirin.
Piştî vê pêkanînê li dijî makeqanûnê hemû raye û erkên Gintîgeha Îmralî li gorî rêziknameya 9'ê çileya 1997'an a hêjmar 22872'an ji destê Wezîrê Dadê hate girtin û bi Buroya Têkiliyên Krîzê ya girêdayî Navenda Rêveberiya Krizê ya Serokwezîrtiyê ve girêda.

Mafê wî yên girtîgehê hatin qedexekirin

Bi vê pêkanînê re êdî hucreya Ocalan, 24 saetan bi kamerayê hate şopandin. Bê navmer masgala deriyê hucreyê hate vekirin û ev yek bû sedema aciziyê. Ji mafê xwe yê 10 daqîqe axaftina telefonê ya bi malbatê re mahrûm hate hiştin. Rojname û kovarên ku ji wîre hatin şandin, rûpel û wêneyên ku li gorî rêveberiya girtîgehê pirsgirêk hatin dîtin hatin jêkirin û sankurkirin. Ocalan 12 salin ji mafê telefonê sûd nagire û rojê tenê saetekê ji mafê derketina hewşê sûd werdigre. Her wiha ji mafê zîyareta 3 kesan sûdê nagire. Gelek caran ji ber daxuyaniyên xwe rastî cezayan hat û rastî êrîşên derûnî û fîzîkî hat. Ji ber ku bi parêzeran re hevdîtin pêk anî têkildarî axaftinên wî lêpirsîn li wî û parêzerên wî hatin vekirin. Di sala 2008'an de heta 120 rojan cezayê hucreyê li Ocalan hate birîn. Her wiha di vê pêvajoyê de bi malbatê re jî nekarîbû hevdîtinê pêk bîne. Di sala 2009'an de 3 cezayên hurceyê yên ku ji 20 rojan pêk dihat lê hate birîn. Parêzeran li ser vê yekê serî li Komeleya Mafên Mirovan da.

'Binpêkirina hiqûqê keyfî ye'

ÎHD'ê rapora girtîgehan a 2009'an amade kir. ÎHD'ê di raporê de bal kişand ser rewşa Ocalan anî ziman ku sûcê “rêveberiya rêxistinê" tenê xala 314/1'an a TMK'ê dikare pêk bîne. ÎHD'ê da zanîn ku der barê Ocalan de di pêvajoya Girtigeha Îmraliyê de rastî cezayê "Rêveberiya Rêxistinê dike" nehatiye û ger ku Lîjyeya Dîsiplînê cezayekî bi vî rengî bide keyfî û dijhiqîqî ye. ÎHD'ê da zanîn ku li vir hiqûq tê binpêkirin.

CPT 4 caran lêkolîn kir

Li aliyekî parêzer ji bo li mafê Ocalan bigerin ketin nava hewldanan, li aliyê din Komiteya li dijî Îşkenceyê (CPT) ket nava hewldanan. Parêzeran, tekildari binpêkirina mafên Ocalan 4 caran serî li CPT'ê da. CPT'ê yekem car di 27'ê sibat-3 adara 1999'an de Girtîgeha Îmralî ziyaret kir. Heyetê rapora ku ji 49 xalan pêk dihat amade kir. Heyetê li ser rewşa Ocalan gelek pêşniyar ji hikûmetê re kir. CTP'ê di raporê de diyar kir ku Ocalan ji ber ku di bin Rejîma Ewlehiya Bilind de bi tena serê xwe dimîne dê ev yek bibe sedema tenduristiya hiş û mejî û xwest li hemberi vê yekê tedbîran bigire. CDP, cara duyemîn di sala 2001'an de piştî ku dîsa parêzer bi hinceta "Keşti xwebe ye" rastî astengiyan hatin. li ser serlêdana parêzeran di navbera 16-17'ê sibata 2003'an de Îmralî ziyaret kirin. CTP dîsa di raporê de hate xwestin ku ger roja hevdîtine şert û mercên hewayê nebaş bin jî divê rojek ku rewşa hewayê baş be karibe hevdîtinê pêk bîne. CPT cara sêyemîn li ser gotinên Ocalan hatiye jahrkirin li ser serledana parêzeran di 19-22 gulana 2007'an de li Îmraliyê lêkokîn pêk anîn. CTP rapora dawî di 2010'an de aşkere kir û diyar kir ku hişyarî û pêşniyarên wan tev bi cih nehatine.
CPT xwestibû ku Ocalan bi malbatê re hevditinê pek bîne. Sûdê ji mafê televizyon, radyo û ziyaretan bigire. Heyete anî ziman ku Ocalan hefteyê 2 caran û rojê 4 saetan mafê hewşê û mafê televîzyonê wernegirtiye û ev mafê wî hatiye binpêkirin. CTP, da zanîn ku hiqûqa neteweyî û navneteweyi ya li hemberî Ocalan hate binpêkirin. Bi vê yekê peymana navneteeyî ku Tirkiyeyê jî îmze kiribû hate binpêkirin. Li gel ku di Zagogona Tedbîrên Ewlehiyê û Ceza ya hêjmar 5275'an mafê parêzeran û muwekîlan diparêze û diyar dike ku li gorî fikra 4'an a xala 59'an hevditin û têkiliyên parêzeran ên bi muwekîlan ne nayên qeydkirn û nayên lêpirsîn jî disa ev yek ji bo Ocalan û parêzerên wî hate binêkirin.
Ji ber axaftinên Ocalan û hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re bi dehan caran cezayê dîsîplînê hate dayîn û gelek parêzer rastî lêpirsîn û cezayan hatin.

Hiqûqa Navneteweyî ya mirovan

Herî dawî Ocalan 98 rojin bi hinceta keştî xerabe ye nikare bi muwekilê xwe re hevdîtine pêk bîne. Ji mafê axaftina knurdî tê mahrûmkirin. Dîsa gelek mafên ku li girtîgehên din ji bo girtiyên tin dê pêkanîn ji bo Ocalan hiqûqa taybet pêk tê û ji van mafên xwe tê mahrûmkirin. Xala "Mafên Mirovan û Parastina Azadiyên Bingehîn" a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHS) hate binpekirin. Li gel ku di peymanê de tê gotin ku tu kes ji bo mafê ramanê rastî işkenceyê û cezayan nayê jî disa ev maf hate binpêkirin.

Xala 6'an a darizandina adîlane hate binpêkirin
Li gel ku di peymanê de cih dide darizandina adîlane û tê gotin ku heta darizandin bi dawî bibe û sûcê wî tespît bibe ew kes bêsûc te ditin. Lê Ev yek li ber çavan nehat girtin. Li gel di xala 3'emî de tê gotin ku bersûc ji bo parastinê bike divê dem û şert û merc bên amadekirin ev yek li ber çavan nehat dîtin. Dîsa di xala 8'emîn a jiyana taybet û malbate de divê bê parastin. Lê ev yek nehat parastin. Hêj Ocalan ji mafê bi hevditina bi malbatê re sûdê nagire. Mafê telefon, name û ragihandinê tê astengkirin.

Biryarên Konseya Ewropa binpê dibin

Tirkiye li gel biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (AHÎS) divê biryarên Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa (KE) jî li ber çavan bigire. Komîteya Wezîran a KE'yê ji bo welatên endamê xwe di biyara hêjmar 2'emin a 2006'an de wiha dibêje: "Rêgezên Bingehîn: "Divê li hemberî hemû kesên ku azadiya wî/ê tê binpêkirin rûmeta mirovan bê dayîn. Divê girtîgeha mafên girtî û girtîgehê binpê neke û paşguh neke. Xwedî maf e ku bi parêzeran re hevdîtin pêk bîne. Girtî ji bo têkiliya bi malbatê, rêxistinên din û derve re pêş bixe dikare bi name, telefon û amûrên din yên ragihandinê bikar bîne. Divê dewlet destûr bide kesên ku bixwazin wî ziyaret bikin. Divê girtî karibe bi hêsanî û asayî bi malbatê re hevdîtinê pêk bîne û şert bên amadekirin. Ger ku yek ji malbata wî nexweş bikeve ango jiyana xwe ji dest bide dikare biçe ziyaret bike. Dikare bibe aboneyê weşanan. Her wiha dikare li radyo, Tv guhdar û temaşe bike û weşanan bişopîne."


OMER ÇELÎK - DÎHA-STENBOL