Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal de dewreya 100 şervanên nû yên ciwanên bajarê Tebqayê û gundewarên wê, bi navê Dewreya Şehîd Ela Xelîfê, bi merasîmekê bi dawî kir.

Di merasîmê de endamê Fermandariya QSD’ê, Rojda Felat, hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Tebqayê Şiyar Mihemed, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid û hejmarek fermandar û nûnerên saziyên sivîl ên Reqayê beşdar bûn.

Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal, Şiyar Hesen bidawîkirina dewreyê li hemû ciwanan pîroz kir û got: “Em bi hêvî ne ciwanên ku dewreya xwe bi dawî kirine tişta ku ji dewreyê wergirtine li ser erdê pêk bînin û ji bo parastina ewlehiya herêmê bi berpirsyarî tevbigerin.”

Dewreyê 25 rojan dewam kir û tê de ciwanan dersên bîrdozî yên wekî rêgezên demokrasiyê, şerê taybet, dîroka jinan, dîroka Rojhilata Navîn wergirt. Di dewreyê de her wiha dersên eskerî yên cuda hatin dayîn.

Di dawiya merasîmê de şervanan govend gerand.

Şehîd Ela Xelîfê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de şehîd bûbû. Ev dewre yekemîn dewre ye ku Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal bi dawî dike. 

 

ANHA/TEBQA