Li Ewropayê hewldanên polîtîk û dîplomatîk ên ji bo wê yekê ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” were derxistin her ku diçe xurttir dibe. Beriya niha li Parlamentoya Ewropayê (PA) ji bo PKK ji lîsteyê were derxistin kampanyaya îmzeyê hatibû destpêkirin. Herî dawî ji hemû komên siyasî yên parlamentoyê, 102 parlamenteran îmze da kampanyayê û daxwaz kir ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

parlemanterên destek dayî kampanyayê di heman demê de bang li dewleta Tirk kirin ku êrîşên xwe rawestîne. Di danezana metnê de hat bibîrxistin ku Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên yekbûyî û Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê banga aştiyê li Tirkiyeyê kiriye û ev bang hat kirin: “Şîdet li hemberî aramiya Tirkiyeyê û herêmê tehlûkeyeke mezin e. Divê ev şîdet derhal bi dawî bibe; ji nû ve pêvajoya aştî û muzakereyê destpê bike.” 


‘Bila lîste bê betalkirin’

Parlamenterên Ewropî xwestin PKK ji nava ‘lîsteya rêxistinên terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û gotin, “Ev lîste li plêşiya destpêkirina aştî, diyalog û muzakereyê asteng e. Lewma em weke parlamenterên nav û mora xwe li jêrê hene dixwazin ev lîste bê betalkirin. Divê PKK derhal ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin.”

Du parlamenterên ku kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin wê îro saet di 11.00’an de li Qada Schumanê ku Komîsyona Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê lê ne, tevlî civîna çapemeniyê li dar bixin. 


 BRUKSEL