Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 105 şervanên din, piştî dewreya perwerdeyê bi dawî kirin, tevlî nav refên Meclîsa Eskerî ya Minbicê bûn.

Dewreya  perwerdeyê ya bi navê şehîd Enes Ehmed (Milîtan) mehekê dewam kir û dersên birdozî û eskerî di dewreyê de dan şervanan. Di merasîma bidawîbûna perwerdeyê de, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeyneb Qenber, Berdevkê Meclîsa eskerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Ji Fermandarên Meclîsa Eskerî ya Minbicê Ebû Adil, Rêvebera Xeta Rojava, Îlham Cûdî, Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihsin Casim û endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê, amade bûn.


Dilsozên şehîdan mezûn bûn

Merasîm bi rêûresmeke eskerî a şervanan dest pê kir. Paşê, Şervan Derwîş axivî û bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz, kir.Derwîş destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina gel û axa Sûriyê xwe bikin mertal û li hemberî terorê şer bikin.Piştî axaftinê, şervanan sonda eskerî xwar û tevlî nav refên Meclîsa eskerî ya Minbicê, bûn. Merasîma dawîbûna perwerdeyê, bi dûrişemeyên dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.


 MINBIC