Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango "Şerê Tinekirina Terorê" eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 11 çete hatine kuştin û 3 baregehên çeteyan hatine rûxandin. QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Li Eniya Baxoz şevê din şerê demkî qewimî, çeteyan di şer de çekên navîn bi kar dianîn û di heman demê de balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî li baregehên çeteyan da. Li eniya li beramberî bajarê Hecînê, di navbera hêzên me û çeteyan de şer qewimî. Derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahê nehatin zanîn, lê hejmarek ji wan reviyan û doçkaya 12.5 mm û miqdarek cebilxane li pey xwe hiştin. Doh ji serê sibê ve bipêşveçûna hêzên me ya li Baxozê dewam kir û hêzên me hejmarek nuqteyên parastinê ava kirin. Di heman demê de tîmên taybet ên rakirina mayînan xebatên xwe dewam kirin, di vê çarçoveyê de 30 mayîn hatin bêbandorkirin. Tevgereke wesayîtan a çeteyan çêbû, li ser vê yekê  balafirên Koalîsyona Navnetewî wesayîteke eskerî kir hedef û di encamê de wesayît hate rûxandin. Hêzên me devereke ku doçka lê hatibû bicihkirin, hedef girtin û rûxandin." QSD’ê ji bo eniya Sûsayê jî got, hêzên wan li wir 1 km bi pêş ve çûne û gelek nuqte rizgar kirine. QSD´ê raginahd ku li vê eniyê tevde 11 çete hatine kuştin. DÊRA ZORÊ