Li herêma Akrê ya girêdayî Duhokê demsala palehiya birincê bi dawî bû. Îsal li Akrê li 9 hezar 500 donim erdî birinc hat çandin.
Rêveberê Çandiniyê yê Akrê Ehmed Cemîl têkildarî mijarê agahî dan.
Ava zêde û sar ku ji bo çêbûna birincê faktorek e dibe sedema birinca herî baş a Akrê be. Li Duhokê ku nêzî 16 hezar donim erd ji bo çandina birincê heye, ji vê 9 hezar û 500 donim di nav sînorê Akrê de ye.
Li Herêma Kurdistan birinc piranî li parêzgeha Duhokê tê çandin. Îsal li parêzgeha Duhokê 20 hezar ton birinc hat hilberandin û ev jî teqabûlî ji sedî 70 birinca li Herêma Kurdistanê dike.
Li Akrê li deştê birinc bi deraseyan, li qadên çiyayî jî bi dasan tê komkirin.
Li Herêma Kurdistanê salan e pêwîstî bi zêdetirî 226 hezar ton birinc heye. Cotkar diyar dikin ku eger Wezareta Çandiniyê alîkariyê bi wan re bike, wê bi rêjeyeke berbiçav berhem û hilberîna birincê zêde bikin. Herêma Kurdistanê ji ber avhewa û erdnîgariyê ji bo çandiya birincê guncaw e.
ROJNEWS/AKRÊ