
Gef li ser Gefan li wan xwarin
Serdar Taniş demeke dirêj li Silopî û Cizîra ku wekî navnîşana kuştinên kiryarnediyar tê naskirin, di pêvajoya ku nêçirvaniha welatparêz û demokratan dihat kirin de di avakirina rêxistina HADEP'ê de roleke aktîf lîstin. Hema piştî vê yekê gef li ser gefan xwarin. Destpêkê bavê Taniş birin qerreqola fermandariya jenderme ya bajêr ku fermandarê wê qereqolê girtiyê ji Ergenekonê fermandarê teqawitbûyî Levent Ersoz dikir û piştre jî jê xwestin ku Taniş dev ji xebatên HADEP'ê berde.
Nameya Serdar Taniş
Serdar Taniş, di maneya ku bi armanca agahdarkirinê ji serokê partiya xwe yê bajarê Amedê Alî Urkut re rêkirî de gefên xwarine bi van hevaokan tîne ziman: "Piştî ku ez di îlona 2000'an de hatim erkdarkirin û pê de hêzên ewlehiyê bê navber ji bo ku ez dev ji vî karî berdim hertim hatim hişyarkirin. Gelek caran rastî tacîzan hatim. Dem bi dem gazî bavê min dikin û jê re dibêjin, 'heke kurê te dev ji vî karî bernede ew ê asteng bikin.' Herî dawiyê di 02.01.2001'an kesên sivîl bi hinceta ku fermandariya alaya jenderme ya Şirnexê gazî wî kirine, wî digirin û ji wî dixwazin ku ew biçe fermandariya jendermeyan. Bavê min jî li ser vê yekê çûye fermandariyê û rastî gefan hatiye. Li vê derê ji bavê min pirsîne ka ez li kû derê me çi kar dikim û ji xebatên HADEP'ê veqetiyam e yan na. Her wiha dîrokek diyar kirine ku ez di wê dîrokê de li fermandariyê amade bim. Min jî li ser vê yekê li fermandariyê geriya û got; ji ber karûbarên cihê ez li Enqerê me û ez ê nekaribim dîroka ku we diyar kiriye li wê derê amade bim. Lê fermandarê qereqolê bi zimaneke zelal ji min re got; divê teqez tu 5'ê çile roja înê li vir amade bibî."
Tevî hemû hewldanan hêj aqûbeta Taniş û Denîz nediyar e. Berpirsê bûyerê fermandarê teqawitbûyê Levent Ersozê ku wê demê fermandariya qereqola navborî dikir jî qet nehat lêpirsîn û darizandin. Fermandarê qereqola Silpiyê Suleyman Can jî dema ku li Agiriyê bi awayeke biguman di pevçûnekê de jiyana xwe jidest da jî bûyera Denîz û Taniş bi temamî hat jibîr kirin.
Serlêdan bê encam man
Ji dema ku Denîz û Taniş hatin windakirin û pê de parêzerên HADEP'ê, malbatên wan û rêxistinên saziyên sivîl serî li meclîsa Tirkiyê Serokkomar, Wezareta Edaletê û dozgeriya Silopiyê dan û xwestin Taniş û Denîz bên dîtin. Heyeta ku di 29'ê çileya 2001'an de heyeta ku ji rêvebirên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê û Nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê pêk tê çûn Silopî û Şirnexê û lêkolîn kirin. Lê di encama lêkolînê de fermandarên navên wan derbas bûyî diyar kirin ku kesên winda ne ji aliyê wan ve nehatine binçavkirin, lewma ew ê nekaribin tiştekê bikin.
Biryara li ser dosyayê ya tengkirin û nepenîtiyê berdewam dike. Parêzerê malbata Taniş piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dîsa serî li dozgeriya Silopiyê da û xwest lêpirsîn bê berfirehkirin. Lê dozgeriyê Silopiyê bi hinceta ku "Rewşa tenduristiya Levent Ersozê ku wê demê fermandarê qereqola navborî bû ne baş e, me îfadeya wî negirtiye, ji ber ku der heqê bûyera Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz de biryara nepenîtiyê heye" dosya ji dozgerî komarê ya bi rayeya taybet a Amedê re rêkir.
'Dibe ku doz bê vekirin'
Ji parêzerên malbatê Tahîr Elçî, jî got; "Di sala 2010'an de dozgerê Silopiyê diyar kir ku dibe ku bûyer sûceke bi rêxistinkirî be, lewma em li van bûyerên bi vî rengî nanêrin û dosya ji dozgerê komarê ya bi rayeya taybet a Amedê re birê kir. Em li bendê ne ku di rojên pêşiya me de der heqê Levent Ersoz û gumandarên din de doz bê vekirin. Em hêvîdar in ku di demeke kurt de ev doz bê vekirin."
'Gef ketin qeydên telefonan'
Parêzerê Denîz û Taniş Îdrîs Taniş diyar kir ku di 25'ê çileya 2001'an de di qeydên telefonan de jî diyar e ku xebatkarê îstîxbaratê Taşkin akgun li Serdar Taniş geriyaye, dîsa beriya wê gelek caran bi riya telefonê gef li wî xwarine. Taniş got; "Ersoz bi Serdar Taniş re hevdîtin pêk aniye û jê re gotiye, 'Yan tu dê dev ji vî karî berdî û yan jî ez ê te bikujim. Delîl di qeydên telefonan de hene. Heke cenazên wan jî nayên dîtin ev yek berpirsyariya kiryaran ji holê ranake. Heta ji bo dosyayê gelek tişt hatin kirin. Der heqê dozgeran de jî gilî hat kirin lê tu encam nehat bidest xistin."
Leşkereke ku nexwestibû navê wî bê aşkerakirin der heqê bûyerê de ji Rojnameya Gunlukê re agahî dabûn û gotibû; "Denîz û Taniş li nêzî çemê Dîcleyê hatine kuştin û ew li Kerboranê veşartine." Parêzerê windayên li Silopiyê Îdrîs Taniş jî ji bo agahiyên leşker bên lêkolînkirin serî li serdozgeriya komarê ya Silopiyê dabû, lê encam jê negirtibû.
PINAR URAL - DÎHA/AMED