Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku di 1’ê Îlona 2000’an de hate avakrin, dê sibê di Roja Aştiya Cîhanê de 11’emîn salvegera xwe pîroz bikin. Dayikên aştiyê ku li gel hemû zext û zordariyan dest ji têkoşîna xwe bernedan û biryarek mezin têkoşîna xwe berdewam dikin.
Înîsiyatifa Dayikên Aşityê ji bo dawî li şer bê û dengê hemû dayikan li hemberî şer û xwînrijandinê bikin yek 11 sal berê di 1’ê Îlona 2000’an de Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ava kirin. Dayikên ku di şer û pevçûnên 30 salan de zarok û xizmên xwe winda kirin di bin navê Înîsiyatifa Dayikan de kom bûn û 11 salin bê westan û rawestan, li gel hemû astengiyên dijwar têkoşîna xwe berdewam dikin. Înîsiyatifa ku bi 15 dayikan hate avakirin, niha li gelek bajaran şax berdaye û tekoşina xwe mezin dikin. Dayikan piştî Înîsiyatifa ava kirin di 2000’an de bi Serokê Partiya Demorat a Kurdistanê Mesut Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê Celal Talabanî re hevditin pêk anîn. Dayikan ji bo daxwaza xwe ya aştiyê ji Barzanî û Talabanî re ragihîne sembola aştiyê laçikên sipî diyarî Talabanî û Barzanî kirin. Dayikan pişt re li dijî operasyonên leşkerî yên sînor û dervê sînor di sala 2004’an de tev li mertalên zindî bûn. Komek mertalên zindî avakirin û çûn Çiyayê Kato navbera Colemêr û Elkê. Dema dayik vegeriyan 3 dayik ji wan hatin binçavkirin û hatin girtin. 3 dayik piştî 3 mehan girtî man, serbest hatin berdan. Di 2004’an de çûn Enqereyê û bi navendên EMEP, ODP û DEHAP’ê re hevdîtin pê anîn. Dîsa bi Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mir Mehmet Dengîr Firat re hevdîtin pê kanîn. Her wiha CHP’ê ev daxwaza dayikan red kir û hevdîtin pêk neanî.

Serfermandar daxwaza dayikan bê bersîv hişt

70 endamên Înîsiyatifa Dayikên Aşityê ku ji Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Stenbol û Rihayê pêk dihatin di kanûna 2004’an de bi boneya rê li pêşiya şer û operasyonan bê girtin xwestin li Enqereyê bi Serokatiya Serfermandariye re hevdîtinê pêk bînin û randewû xwestin. Lê ev serlêdana dayikan bê bersîv ma. Dayikan qurenfil, laçikên sipî, dosya û CD’êyên ku daxwazên xwe lê nivîsandibûn xwestin teslîmî rayedaran bikin. Lê ji ber ku muhatap nedîtin li ser navê dayikan çend dayikan laçik, qurnefil û daxwazên xwe teslîmî rayedarên Serfermadariye kirin û vegeriyan. Dayikan piştî ev daxwaza wan a 2004’an hate redkirin di sala 2005’an de dîsa serî li Serfermandariyê dan. Lê daxwaza dayikan cara duyemîn hate redkirin.

Li gelek bajaran komele avakirin
Dayikan di nava xebatên xwe de di sala 2006’an de bi sefaretxaneyên Amerika, Îran, Irak û Îngîlîstanê yên li Stenbolê re hevdîtin pêk anî û daxwazên xwe anîn ziman. Di sala 2006’an de li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya bi zincîr pêk anî. Di vê çalakiyê de 30 endamên Dalyikên Aştiyê hatin binçavkirin. Dayikan heta 2009’an wekî Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê çalakî û xebatên xwe meşandin. Dayikan di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Stenbol, Amed, Sêrt, Wan, Colemêrg, Îzmîr û Êlihê li gelek bajaran komele ava kirin.
Dayikan di sala 2010’an de ji bo bi Serokwezîr û rayedarên din re hevdîtin pêk bîne 3 caran çûn Enqereyê. lê dayikan tu encam bi dest nexist. Dayikan 2 rojan li parka Abdî Îpekçî li kon nobet girtin û li heviya bersîvê rayedaran man.
Dayikan piştî encam bi dest nexist beşdarî civîna Koma BDP’ê bûn û li bajarên xwe vegeriyan. Dayik di sala 2011’an de disa çûn Enqereyê û bi boneya operasonan şermezar bikin heta Sefaretxaneya Îranê meş pêk anîn.

Dayik dê di 1’ê Îlonê de li Kadikoye bin

Dayikên aştiyê ji bo aytiyek mayinde pêk bê û rê li pêşiya operasyonan bigirin di nava 11 salan de serî li gelek rê û rêbazan dan û hewl dan ku serî li gelek rayedaran bidin. Lê li her deverê derî li ser wan hatin girtin û daxwazên wan bê encam ma. Dayik li gel hemû astengiyan dîsa di daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê de israr dikin. Dayik herî dawî ji bo rê lipêşiya operasyonan bigirin xwe kirin mertalên zindî û çûn Şirnex û Colemêrgê û 10 rojan çalakî pêk anîn. Niha jî dayik dê sibê li Kadikoya Stenbolê beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bibin.

DÎHA/STENBOL