Doh zêdetirî 110 hezar xwendekar ber bi 318 dibistanên li bajarê Reqa û gundewarên wê ve çûn da ku ezmûnên werza duyemîn pêşkêş bikin. Her wiha 47 hezar xwendekaran li bajarê Tebqayê dest bi ezmûnên xwe kir.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê rêbazek plankirî, da ku proseya ezmûnan serkeftî derbas bibe, danî û her wiha da ku bernameya ezmûnan baş were derbaskirin, xwendekar li holan belav kirin.
Têkildarî mijarê berdevkê Rêveberiya Giştî yê Dibistanan, Mihed Himla got, di sala perwerdeyê ya 2018-2019`an de hejmara xwendekaran gihişt 109 hezarî, li Reqayê jî hejmara xwendekaran bi awayekî berbiçav zêde dibe, bi taybetî piştî vegera ewlehiyê li bajêr. Li ser vî esasî hejmara giştî ya mamosteyan gihîşt 4 hezar û 313’an. Her wiha hejmara dibistanan jî gihîşt 318’an.
ANHA / REQA