
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya li Çewlikê di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn pêk hat de agahiyên berfireh da. HPG’ê derbarê çalakiya di 18’ê Îlonê de aşkere kir ku 110 leşker hatine kuştin û zêdetirê 50 leşker birîndar bûne. HPG’ê ragihand ku çalakî çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn” a ku di 14’ê Îlonê de hatibû destpêkirin pêk hatiye.
Di daxuyaniyê HPG'ê de ev agahî hat ragihandin ku çalakipêr parçeyek ji tevgera şoreşgerî ya gerîlayan ku di 14'ê Îlonê de li herêmê gerîlayên wan dabû destpêkirin de pêk hatiye. Derbarê çalakiyê de ev agahî hatin dayin; “ Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn a di 14'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di 18'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li ser riya Çewlik, Mûş û Solxanê li dijî karwaneke leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ev karwanê leşkerî ya ji 10 wesayitên zirxî, 5 otobus û transîteke 300 leşker barkirî û hemû çekdarin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şopandin û li dijî 3 otobus, 3 wesayitên zirxî û transîtekê çalakî hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 otobus tevî hemû leşkerên tê de hatine kuştin, otobus jî şewitîne. Otobusek û wesayita transîtê jî giran derbe xwariye. Di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me de jî 3 wesayitên zirxî derbe xwarine û bêbandar mane. Wesayitên zirxî û otobusên din ji cihê herêmê reviyane."
Piştî saetek û nîvê çûn cihê çalakiyê
Têkildarî encamên çalakiyê de û hewldana hêzên dewletê yên piştî çalakiyê de jî HPG'ê ev agahî dan: "Di hemû çalakiyan de yên bi çav hatine dîtin 110 leşkerên dijmin hatine kuştin û zêdetirî 50 leşkerî jî birîndar bûne. Kuştî û birîndarê li herêmê bi 100 embûlans û helîkopterên skorskyan ji herêmê hatine dûr xistin û rakirine nexweşxaneyên Çewlik, navçeya Solxanê, Mûş, Erzirom û Elezîzê. Artêşa dagirker a Tirk piştî çalakiyê bi saetek û nîvê kariye were cihê bûyerê, wesayitan bitefîne û xurdeyên wesayitan ji herêmê rabike û heta saet 19.00'an jî riya herêmê li çûn û hatinê qedexekiriye."
Operasyon berdewam dike
HPG'ê ragihand ku piştî çalakiyê leşlerên nû sewqî herêmê hatine kirin û operasyona dane destpêkirin hêna jî didome û ev agahî dan: " Di navbera panzêrên ji herêmê reviyaye û gerîlayên me de pevçûneke demkurt qewimiye. Piştî çalakiyê 3 helîkopterên kobrayan cihê çalakiyê û derdora wê bê ser û ber bombebaran kiriye, 6 helîkopterên skorsky jî leşker veguheztine herêmê. Operasyona li herêmê hatiye destpêkirin jî hîn berdewam dike, dîsa serweriya herêmê di destê gerîlayên me de ye.”
ANF/BEHDÎNAN