Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku di navbera 24’ê Tîrmehê û 8’ê Cotmehê de 113 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bi van kuştinan bi awayekî vekirî Peymana Cenevreyê hatiye binpêkirin û sûcê şer kiriye. 
ÎHD rapora di navbera 24’ê Tîrmehê heta 8’ê Cotmehê de binpêkirina mafên mirovan pêkhatine û bîlnçoya welatiyên sivîl ên hatine qetilkirin amade kiribû bi daxuyaniya çapemeniyê ya li navenda xwe ya giştî ya li Enqereyê hat dayîn ji raya giştî re aşkera kir. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di 24’ê Tîrmehê de pêvajoya pevçûnê xistin dewrê û ji vê rojê di 78 rojan de 113 sivîl hatin qetilkirin. Turkdogan da zanîn ku ev rewşeke gelekî xetere ye û ev tişt anî ziman: “Wextê mirov li van bûyerên kuştinê dinêre 5 jê ji hêla mîlîtanên girêdayî PKK’ê ve mirine û yên din tevî ji hêla hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.”

Turkdogan bilêv kir ku tiştên bi hatine jiyîn re bi awayekî aşkere Peymana Cenevreyê hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Kuştina sivîlan herî zêde li navçeyên qedexeya derketina kolanê pêk hatiye. Li gorî rêziknameya Tirkiyeyê qedexeya derketina kolanê di rewşên rêveberiya awarte û rewşa awarte de tê wergirtin û di qanûna îdareya bajar de, tu peywireke wisa nedane waliyan. Tu peywira ku walî biryara qedexeya derketina kolanê weregire tuneye. Divê heke Wezareta Karê Hundir ferman dabe tevî wezaret û waliyên ev biryar dane, lêpirsÎn were destpêkirin û bên darizandin.”


Ji xizmeta tenduristiuyê bêpar man

Turkdogan anî ziman ku li gel êrîşan bi hinceta “qedexeya derketina kolanê” xizmeta tenduristiyê jî hat astengkirin û ji ber vê yekê welatî jiyana xwe ji dest dan û wiha dewam kir: “Divê derbarê yên ku pêşiya xizmeta tenduristiyê girtine lêpirsîna îdarî û edlî were destpêkirin. Her wiha rayedarên ku di vê mijarê de berpirsyariya wan heye ji ber vê yekê jî bên darizandin.” 



Banga ji  saziyên navnetewî re

Turdogan derbirî ku divê Xaçasor di serî de navçeyên ku “qedexeya derketina kolanê” lê hatibûn îlankirin û cihên ku welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane lêkolînê bike. Turkdogan bang li Xaçasor, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Komîseriya Mafên Mirovan a NY’ê kir ku raportorên xwe yên taybet bişînin Tirkiyeyê û înfazên bê daraz lêbikolin. Turkdogan anî ziman ku ji bo ev rêxistin bên Tirkiyeyê ew ê têkevin nava liv û tevgerê.


Turkdogan banga “Divê demldest dawî li polîtîkaya bêcezakirinê yên sivîlan dikujin, bînin û derbarê berprisyaran de lêpirsîna bibandor were destpêkirin” li rayedaran kir. Turkdogan got ku ji bo lêkolandina wan bûyeran di bin banê meclîsê de komîsyona lêkolînê were avakirin û wiha axivî: “Bi destpêkirina pevçûnan re dîsa mafên mirovan tê binpêkirin. Divê demildest dawî li pevçûnan were. Ji ber vê yekê bi avakirina bêçalakiyê dîsa vegerin rêbaza muzakere û diyalogê. Bi vê wesîleyê em bang li aliyan dikin ku demildest çekan bêdeng bikin.” 



‘JÎTEM û kontgerîla ne’

Turkdogan bal kişand ser ekîba taybet a ku sivîlan dikuje û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Tê gotin ku di gelek bûyeran de tîmên taybet ên rûpoş bi wesayîtên bêplaqe digerin. Ev kî ne û di nava dewletê de girêdayî JÎTEM an jî kontrgerîla ne? Divê li ser vê yekê lêkolîn were kirin.”



Agirbesta dualî daxwaz kir


Turkdogan li ser nîqaşên ku di 11’ê Cotmehê de agirbest were îlankirin jî rawestiya û bertek nîşanî gotinên Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan da. Turkdogan got ku divê AKdogan careke din li ser gotinên bifikire û xwest ku dewlet bi awayekî fermî agirbestê qebûl bike.

DÎHA/ENQERE